39 sal di ser koça dawiyê ya Idrîs Barzanî re derbaz bûn

Idrîs Barzanî
Idrîs Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Îro, 31ê Çileya 2026ê, 39 sal di ser koça dawiyê ya têkoçer û serkirdeyê navdar ê Kurd Idrîs Mistefa Barzanî re derbaz bûn.

Idrîs Barzanî kesayetiyek bû ku, jiyana xwe ji bo têkoşîna pêxemetî doza rewa ya gelê xwe terxan kir û berdewam wekî pireka têkiliyan di navbera aliyên siyasî û pêkhateyên cuda cuda yên Kurdistanê de kar dikir.

Jiyan û têkoşîna siyasî

Idrîs Barzanî li sala 1944ê li gundê Barzanê hat ser dinyayê, di serdemeka hestyar û pirî guhertin de ku Şoreşa Sêyê ya Barzanê û damezrandina Komara Kurdistanê li Mehabadê di wê serdemê de çê bûn.

Piştî hilweşîna Komara Kurdistanê li Rojhilatê Kurdistanê û çûyîna bavê wî, Mela Mistefayê Barzanî, ji bo Yekîtiya Sovyetê li sala 1947ê, Idrîs Barzanî yê çarsalî bi malbata xwe re ji bo dema 11 salan ji bo bajarên başûrê Iraqê hat dûrxistin û jiyaneka dijwar û pirî derdeserî li bajarên Besre, Mûsil û Bexdayê yên Iraqê derbaz kir.

Bi destpêkirina Şoreşa Îlonê re li sala 1961ê, Idrîs Barzanî wek Pêşmergeyekê aza û serkirdeyekê jêhatî bi rengekê çalak tevlî wê bû. Ji ber serhelî û şiyanên wî, baweriya Mela Mistefayê Barzanî her zû bi wî hat û erkên giran dan wî. Wî di danûstandinên peymana 11ê Adara 1970ê de, ku wekî yek ji destkeftiyên dîrokî yên tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurd tê hesibandin, roleka girîng lîst.

Piştî hilweşîna Şoreşa Îlonê ji ber Peymana Cezayîrê li sala 1975ê, Idrîs Barzanî ligel birayê xwe Mesûd Barzanî roleka sereke di vejandina Şoreşa Gulanê û rêxistinkirina hêzên Pêşmerge û berdewamkirina têkoşînê de lîst. Di wê qonaxa dijwar de, wî çavdêriya penaberên piştî hilweşîna 1975ê li Îranê kir.

Koça dawiyê

Idrîs Barzanî li roja 31ê Çileya 1987ê, di 43 saliya xwe de, li nahiyeya Silîvanayê ya girêdayî bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê, ji ber krîza dil koça dawiyê kir. Termê wî li bajarê Şinoyê li kêleka bavê wî, Nemir Mela Mistefayê Barzanî, hat veşartin.

Piştî serhildana sala 1991ê û rizgarkirina pareka axa Kurdistanê, di Cotmeha sala 1993ê de, rufatên Mela Mistefayê Barzanî û Idrîs Barzanî di merasîmeka birûmet de ji bo warê wan, Barzanê, hatin vegerandin û li wê derê hatin veşartin.

Idrîs Barzanî, wekî yek ji serkirdeyên siyasî yên Kurd ên herî bibandor ên sedsala 20ê, mîrateyekê mezin ji têkoşîn, neteweperwerî û bizavên ji bo aştî û yekrêziyê li pey xwe hişt.