Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê karwanê yekê yê alîkariyan gihand Eşrefiye û Şêx Meqsûdê

Navenda Nûçeyan (K24) - Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê îro Şemî (31.01.2026) di çarçoveya alîkariyên xwe yên mirovî yên ji bo Rojavayê Kurdistanê de karwanê yekê yê alîkariyan gihand her du taxên Kurdan ên Helebê (Eşrefiye û Şêx Meqsûd).

Li gorî ragihandina Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê, ev karwan ji bo piştgiriya malbatên aware ye, û li ser 600 malbatên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê hatine belavkirin.

Her wê ragihandinê tekez jî kir: Merem ji van alîkariyan berdewamî û dilsoziya Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê ji bo piştgiriya malbatên aware û dabînkirina pêdivîtiyên wan e.

Ew alîkarî jî ev in:

- Betanî

- Doşek

- Sebetên xwarinê

- Sebetaên paqijiyê

- Şîr û daybiyên zarokan

Li gorî wan amarên ku hatine ragihandin, Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê heta niha zêdetir ji 255 barhilgirên alîkariyên mirovî ji bajarên cuda cuda yên Rojavayê Kurdistanê re şandine û nêzîkî heşt hezar malbatan ji wan alîkariyan feyde wergirtiye.