Parlamenterên Almanyayê pesnê Serok Barzanî di aramkirina rewşa Rojavayê Kurdistanê de didin
Parlamenterên Almanyayê bi rayedarên Herêma Kurdistanê re dicivin
Navenda Nûçeyan (K24) - Şandeyeka parlamenterên Almanyayê li Herêma Kurdistanê ye û dê bi rayedarên Herêma Kurdistanê re bicive, herwesa dê rewşa Rojavayê Kurdistanê û têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê de nîqaş bike.
Şandeyeka parlamenterên Almanyayê bi serokatiya Cîgira Serokê Parlamentoya Herêma Nord Ren-Westfalenê Berîvan Aymaz li Herêma Kurdistanê ye. Ew şande dê serdana gelek dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike û dê rewşa Rojavayê Kurdistanê û têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê de bi rayedarên Herêma Kurdistanê re nîqaş bike.
Cîgira Serokê Parlamentoya Herêma Nord Ren-Westfalenê ya Almanyayê ji Kurdistan24ê re ragihand ku, Serok Barzanî roleka mezin di aştiya li Rojavayê Kurdistanê de lîstiye û Herêma Kurdistanê li deverê roleka girîng dilîze û pêşketineka mezin tomar kiriye.
Bêrîvan Aymaz ji bernayea Basî Rojê ya Kurdistan24ê re got ku, Herêma Kurdistanê di çend dehsalên borî de pêşkeftineka berçav tomar kiriye û li Rojhilata Navîn bûye navendeka girîng.
Herwesa got: Serok Barzanî roleka dîrokî û mezin di aramkirina rewşê û çespandina aştiyê li Rojavayê Kurdistanê de lîstiye. Tekez jî kir: Yekbûna Kurdan di şerê li dijî rêxistina terorîstî ya DAIŞê de pir girîng û yekalîker bû.
Eşkere jî kir: Divê ew ruhiyet û ew peywendî parastî bin. Herwesa bang li Hikûmeta Almanyayê kir ku, di demên tengavî û krîzan de piştgiriyeka xurttir bide gelê Kurd.
Bêrîvan Aymaz pêşniyar jî kir ku, têkiliyên di navbera Almanya û Kurdistanê de bên pêşxistin, ew jî bi rêya xebata şîrketên Almanyayî li Herêma Kurdistanê û xurtkirina lihevguhertina çandî di navbera her du aliyan de.
Wê tekez jî kir ku, parastina wan destkeftiyên ku Kurdan li Rojavayê Kurdistanê bi dest xistine berpirsiyariyeka hevpar e.
Herwesa got: Xurtkirina jêrxaneya aborî û çandî dibe garantiyek ku têkiliyên Almanya û Kurdan ne tenê di çarçoveya ewlehî û leşkerî de bimînin, belkî bibin hevpariyeka stratejîk a berfireh ku xizmeta tenahiya demdirêj li deverê bike.