Nêçîrvan Barzanî: Em şehîdên karesata 1ê Sibatê bi rûmet bi bîr tînin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Yekşem, 1ê Sibata 2026ê) ji bo bîranîna Şehîdên 1ê Sibatê peyamek weşand û tê de got: Şehîdên 1ê Sibatê sembola pêkvejiyan, yekrêzî û tevlihevbûna xwîna kurên Kurdistanê ji bo azadî û serfiraziyê ne.
Peyama Nêçîrvan Barzanî;
Em îro bi rêz û rûmet şehîdên 1ê Sibata 2004ê bi bîr tînin, ew roja ku terorîstên tarîperest di sibeheka cejnê de du bingehên sereke yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Hewlêrê kirin armanc û hejmareka rêber û têkoşerên navdar û welatiyên bêguneh şehîd û birîndar kir.
Şehîdên 1ê Sibatê sembola pêkvejiyan, yekrêzî û tevlihevbûna xwîna kurên Kurdistanê ji bo azadî û serfiraziyê ne. Ew di demekê de şehîd bûn ku mijûlî pîrozkirina cejnê û xurtkirina tebayî û viyanê bûn, ji ber vê yekê bîranîna wan ne tenê bîranîna êşanekê ye, belkî tekezkirina li ser wan nirxan e yên ku wan canê xwe jê re pêşkêş kir.
Dilsoziya herî baş ji bo xwîna şehîdên 1ê Sibatê û hemî şehîdên Kurdistanê parastina destkeftiyan, xurtkirina canê tebayî, hevkarî û yekrêziya di navbera aliyên siyasî de ye. Divê em vê bîranînê bikin hêvênê nehêlana duberekiyan û xebata ji bo avakirina paşerojeka geştir ji bo nifşên me, ku hêjayî qurbanîdanên şehîdên me be.
Silav ji bo canê paqij ê şehîdên 1ê Sibatê û hemî şehîdên Kurdistanê. Silav û serbilindî ji malbatên wan ên serbilind re.