Mesrûr Barzanî: Hîn tu lihevkirin li ser posta Serokkomarê Iraqê nehatine kirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 01ê Sibatê) li Hewlêrê tevlî merasîma salane ya Şehîdên 1ê Sibatê bû. Piştî wê merasîmê jî, di daxuyaniyeka rojnamevanî de bersiva hejmareka pirsyarên rojnamevanan da.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser posta Serokomarê Iraqê got ku, tu lihevkirin çê nebûne, hevdîtin berdewam in. Herwesa got: Em dê li gorî berjewendiyên bilind ên gelê xwe biryarê bidin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez jî kir ku, avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya nû û hilbijartina Serokkomarê Iraqê du mijarên cuda ne û divê neyên tevlihevkirin.
Mesrûr Barzanî li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê jî tekez kir ku, Serok Barzanî di peymana di navbera HSD û Hikûmeta Sûriyeyê de rola sereke lîstiye, hêvî jî kir ku aştî û tenahî vegerin Sûriye û Rojavayê Kurdistanê.
Naveroka bersivên Serokwezîr Mesrûr Barzanî û pirsyarên rojnamevanan:
Rojnamevan: Di salvegera 22ê ya şehîdên 1ê Sibatê de we çi peyam heye?
Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Em hêvî dikin ku ev nexweşî êdî bi serê gelê Kurd neyên. Mixabin, ev salvegera şehadeta hejmareka rêber û gelê Kurd e ku mixabin hemî di kiryareka terorîstî de şehîd bûn. Îro, bîranîna wan şehîdan û hemî şehîdên rizgarîxwaziya Kurdistanê divê peyamekê bide me ku divê em yekgirtî bin, xwedî helwest bin û li ser mafên rewa yên gelê xwe berdewam bin û rêya wan şehîdan bernedin heta em digehin armanca dawiyê ya gelê xwe.
Rojnamevan: Biryar e ku şandeyeka Çarçoveya Hevahengiyê ji bo mijara hilbijartina Serokwezîrî û Serokkomarên Iraqê bê Hewlêrê, gelo PDK û YNK gihîştine çi? Herwesa rola Serok Barzanî di peymana di navbera HSD û Hikûmeta Sûriyeyê de çi bû?
Serokwezîr Mesrûr Barzanî:
- Hûn dizanin ku Serok Barzanî rola sereke di bihevgihîştina aliyan de hebû, ji bo ku alozî rawestin û agirbesta dest pê bike û berdewam be û êdî bigihîjin encamekê. Me bihîstiye ku niha di navbera Şam û HSDê de lihevkirineka destpêkî heye. Em hêvî dikin ku ew lihevkirin bê berfirehkirin û aştî û tenahî vegerin Sûriyeyê û bi taybetî deverên Kurdistaniyan.
- Di derheqa mijara Serokkomar de jî, hîn tu lihevkirin çê nebûne. Em li bendê ne ku ew şande bên û bi Serok Barzanî û serkirdetiya PDKê re bicivin bibînin. Em jî dê wê demê li gorî pêdivîtî û berjewendiyên bilind ên gelê xwe, çi berjewendî hebe, em dê wê biryarê bidin.
Rojnamevan: Di derheqa hilbijartina Serokkomarê Iraqê û avakirina kabîneya dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, danûstandinên we bi YNKê re di çi astekê de ne?
Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Her piştî hilbijartinên Kurdistanê, ku salek di seer re derbaz bûye, me gotiye ku divê rêz li dengê gelê Kurdistanê bê girtin û rêz li encamên hilbijartinan bê girtin. Em her li ser wê fikra xwe berdewam in. Ev nêrîna PDKê ye ku, encamên hilbijartinan dê bibin rê ji bo avakirina kabîneya hikûmetê. Di derheqa Bexdayê de jî, hîn tu lihevkirin çê nebûne. Danûstandinên me berdewam in, em li bendê ne ka em dê bigihîjin çi.
Rojnamevan: Peyama we bi xwe li ser peymana di navbera HSD û Şamê de çi ye?
Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Em kêfxweş in ku şer raweste û mafên xelkê hemî Sûriyeyê û bi taybetî yên Kurdan bi rengekê qanûnî û di destûrê de bên binecihkirin û aştî berqerar bibe. Ev di berjewendiya hemî aliyan de ye.
Rojnamevan: Ger PDK û YNK li ser mijara Serokomarê Iraqê li hev nekin, gelo bandoreka xirab li ser avakirina kabîneya dehê nabe? Pêngav gihîştine kî derê?
Serokwezîr Mesrur Barzanî: Ew du mijarên cuda ne. Hilbijartinên Kurdistanê li vê derê hatine kirin û hilbijartinên din jî li seranserê Iraqê hatine kirin, du mijarên cuda ne û ez nafikirim ku ew bên tevlihevkirin an tiştekî ji mijaran biguherînin, ji ber vê yekê em wekî wekî du mijarên cuda li her du aliyan dinêrin.
Rojnamevan: Ger peymana Rojava neyê bicîhanîn, xetere çi ne? Bizavên Herêma Kurdistanê ji bo bicîhanîna wê dê çi bin?
Serokwezîr Mesrur Barzanî: Li her cihekê li deverê alozî berdewam bin, ne di berjewendiya gelê me de ye. Ji ber vê yekê, em wê yekê ne ku alozî nebin û tenahî hebe. Ji ber wê yekê jî, em dê li ser bizavên xwe berdewam bin ku aliyan bînin ba hev.