Serokwezîr Mesrûr Barzanî tacegul li ser Monumenta Şehîdên 1ê Sibatê dana

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tacegul li ser Monumenta Şehîdên 1ê Sibatê dana.

Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, merasîma salvegera Şehîdên 1ê Sibatê îro (Yekşem, 01ê Sibatê) saet 10:00 ê sibehê li Hewlêrê tê lidarxistin.

Di wê merasîmê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tacegula rêz û dilsoziyê li ser Monumenta Şehîdên 1ê Sibatê dana.

Îro salvegera yek ji bûyerên herî xwînî û dilhejîn ên dîroka hevçerx a Kurdistanê ye. Roja 1ê Sibatê, ew roj e ya ku terorîstên tarîperest Cejna Qurbanê li xelkê Kurdistanê kir şîneka mezin û komeka rêber û têkoşerên gelê Kurd tê de bûn qurbanî.

Li serê sibeha 1ê Sibata sala 2004ê, ku bi roja yekê ya Cejna Qurbanê re hevdem bû, di demekê de ku xelkê bajarê Hewlêrê û berpirs mijûlî pîrozkirina cejnê bûn, du kiryarên xwekujiyê di hundirê bingehên Liqa Duyêy a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Melbenda Sêyê ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê li bajarê Hewlêrê hatin kirin.

Di encama van her du teqînan de, 101 kes şehîd bûn û bi sedan kesên din jî birîndar bûn. Di nav şehîdan de, hejmareka rêberên payebilind û navdar ên tevgera rizgarîxwaziya Kurdan, kadroyên pêşketî, Pêşmerge û sivîl hebûn.

Şehîdên herî navdar ên wê bûyerê ev bûn; Samî Ebdirehman, Şewket Şêx Yezdîn, Seîd Ebdila, Şaxewan Ebas, Xesrew Şêre û Mehdî Xoşnaw û gelek têkoşerên din jî bûn, ku dîrokeka pirî têkoşîn hebû.