Fuad Hisên: Şandeyeka Çarçoveya Hevahengiyê bi Serok Barzanî re dicive

Fuad Hisên
Fuad Hisên

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Iraqê ragihand ku, şandeyeka Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan dê sibe li Hewlêrê bi Serok Barzanî re bicive.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên îro (Yekşem, 1ê Sibata 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand ku, hîn li ser posta Serokomarê Iraqê tu lihevkirin çê nebûne.

Fuad Hisên herwesa got ku, şandeyeka Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan dê sibe li Hewlêrê bi Serok Barzanî re bicive.

Ev jî di demekê de ye ku, Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlementoya Iraqê Şaxewan Ebdila got ku, lihevkirin çû bûye ku ji bo dema çend rojan derfet bi Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan bê dayîn.

Serokê Fraksiyona PDKê li Parlementoya Iraqê herwesa got: Berbijarê Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan ji aliyê navneteweyî ve hatiye redkirin.

Ev jî di demekê de ye ku, Serokê Amerîkayê Donald Trump li roja Sêşemê (27.012026) di peyamekê de li ser tora civakî ya Truthê ragihand: Vegera Malikî ji bo joriya desthilatê dê xeletiyeka kujek be û dê Waşintonê neçar bike ku hemî alîkariyên leşkerî û aborî ji bo Iraqê rawestîne, ev jî dê Iraqê ber bi şkestineka herdemî ve bibe.

Trump herwesa bi bîr xist ku, Iraq di dema desthilatdariya berê ya Malikî de di nav xizanî û gêleşokeka berfireh de bû, ji ber vê yekê jî wî tekez kir ku divê destûr neyê dayîn, nabe ev rewş dîsa çêbibe.careka din rê bi dubarebûna wê rewşê bê dan. Trump bi rengekê eşkere ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dê êdî piştgiriyê nede Iraqê ger ew , ji ber siyaset û îdeolojiyên xeternakxeter ên Malikî were, heke ew bê hilbijartin, Amerîka dê êdî piştgiriyê nede Iraqê.

Serokê Amerîkayê herwesa haydarî da ku bêyî piştgirî û amadebûna Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê, Iraqê dê tu şansek ji bo serkeftin, pêşkeftin û parastina azadiyê nemîne.

Trump bang li Iraqiyan kir ku, biryareka jîrane bidin da ku welatê xwe ber bi pêş ve bibin û peyama wî bi dirûşma Iraqê careka din mezin bikin. Navbirî peyama xwe wesa bi dawî anî ku, ev yek wekî zexteka rasterast li ser pêvajoya avakirina hikûmeta nû li Bexdayê tê dîtin.