Nûredîn Îsa bo K24ê: Hikûmeta Sûriyeyê ez wekî Parêzgarê Hesekeyê pejirandim
Navenda Nûçeyan (K24) - Nûredîn Îsa Ehmed ji Kurdistan24ê re ragihand ku, ew dê di du rojên bê de biçe Şamê da ku rêkarên qanûnî yên pejirandina xwe wekî Parêzgarê Hesekeyê temam bike.
Nûredîn Îsa Ehmed îro (Yekşem, 1ê Sibata 2026ê) ji Kurdistan24ê re got: Hikûmeta Sûriyeyê ez wekî Parêzgarê Hesekeyê pejirand im. Ez dê di van du rojên de ji bo temamkirina rêkarên qanûnî biçim Şamê.
Navbirî tekez jî kir: Ez ji bo xizmetkirina bajarê Hesekeyê amade me her tiştî bikim û em dê bizavê bikin ku vî bajarî pêşve bibin.
Şandiye Kurdistan24ê li Qamişloyê îro (Yekşem, 1ê Sibata 2026ê) got: Biryar e ku hêzên ewlehiyê yên Hikûmeta Sûriyeyê sibe (Duşem, 2ê Sibata 2026ê) dê di çarçoveya bicihanîna peymana tevgir de li meydana ewlehiyê ya Qamişloyê bên binecihkirin.
Di qonaxa yekê de, lîwayeka 16 hezar kesî ji bo hêzên HSDê dê bê çêkirin û pêvajoya yekkirina hêzên HSDê bi Hikûmeta Sûriyeyê re dê mehekê bidome.
Piştî radestkirina Balafirxaneya Qamişloyê û deriyên sînorî ji hikûmeta Sûriyeyê re, di qonaxa duyê de zeviyên petrolê jî dê bên radestkirin.
Kurtiya lihevkirina HSD û Hikûmeta Sûriyeyê
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li roja Înê (30.01.2026) hûrgiliyên stratejîk ên lihevkirina bi hikûmeta nû ya Şamê re eşkere kirin. Mezlûm Ebdî eşkere jî kir ku, ev pêngava wan ji bo pûçkirina planên qirkirina gelê Kurd hatiye avêtin. Xalên herî girîng jî ev in:
- Hêzên leşkerî: Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dê bibe pareka Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê, lê wekî lîwa û yekîneyên leşkerî dê li deverên xwe bimînin.
- Doza Ewlehiyê: Hêzên Ewlehiyê dê bibin pareka Wezareta Navxweyî ya Sûriyeyê û dê erkê parastina nav bajaran werbigirin; Artêşa Sûriyeyê dê neçe nav tu bajar û gundê Kurdan.
- Birêvebirin û Ziman: Perwerde bi zimanê Kurdî li dibistan û zanîngehan dê bê fermîkirin. Karmendên Rêveberiya Xweser dê bibin karmendên dewletê û birêvebirina deverê dê di destê xelkê deverê de be.
- Rewşa Kobaniyê: Dorpêça li ser Kobaniyê dê bê rakirin û ew hêz dê ji hundir bo derdora wî bajarî bên vekişandin.
- Garantiya navneteweyî: Amerîka û Fransa li ser wan hûrgiliyan haydar in û dê wekî garantîkerên siyasî bimînin.
Mezlûm Ebdî tekez jî kir ku, her çend ew lihevkirin li asta hemî daxwazên wan nîne jî, lê ew ji bo parastina destkeftiyan di vê qonaxê de çêtirîn vebijark bû.