Sînem Mihemed: Rêkeftina HSD û Şamê rê li ber şerê navxweyî girt

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnera Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Amerîkayê Sînem Mihemed ragihand, piştgiriya Herêma Kurdistanê bûye sedema pêkanîna rêkeftinekê ku rê li ber komkujiya Kurdan û şerekî navxweyî yê dijwar girt.

Nûnera MSDê li Amerîkayê Sînem Mihemed ji Kurdistan24ê re ragihand, Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di gihîştina rêkeftina navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Şamê de xwedî roleke bingehîn û dîplomasiyeke xurt bûn.

Sînem Mihemed destnîşan kir, ev rêkeftin di qonaxeke gelekî hestiyar de pêk hatiye û got: "Aliyê herî giring û erênî yê vê rêkeftinê ew e ku rê li ber şerekî navxweyî yê mezin û komkujiya li dijî gelê Kurd girt. Ev gava aştiyê bû sedema parastina canê bi hezaran sivîlan."

Derbarê ayendeya Kurdan li Sûriyeyê, Mihemed diyar kir ku armanca wan a sereke ew e ku têkelî saziyên dewleta Sûriyeyê bibin, lê bi şertekî giring: "Divê mafên gelê Kurd di destûra nû ya Sûriyeyê de werin mîsogerkirin û wekî garantiyeke qanûnî werin qebûlkirin. Piştguhkirina Kurdan bi ti awayî nayê qebûlkirin."

Sînem Mihemed di axaftina xwe de bi taybetî spasiya xelkê Herêma Kurdistanê, hikûmet û medyayê kir û got: "Ez rola Herêma Kurdistanê, hikûmet, serokatiya Herêmê û bi taybetî hewildanên Serok Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bîr nakim. Ew her dem wekî zexteke siyasî û moralî li gel me bûn. Piştgiriya milet û medyayê bandoreke mezin kir ku em karibin rêkeftineke wiha îmze bikin."