Mesrûr Barzanî li Dubayê: Herêma Kurdistanê her dem beşek ji çareseriyê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan a li Dubayê de ragihand, Herêma Kurdistanê her dem di çareserkirina kêşeyên navçeyê de xwedî roleke giring e. Mesrûr Barzanî her wiha destnîşan kir, reformên aborî bandoreke erênî li ser geşepêdana Herêmê kirine.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 3ê Sibatê beşdarî "Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan" a li Dubayê bû û di daxuyaniyekê de ji rojnamevanan re, behsa armanca beşdariya xwe û dîtina Herêma Kurdistanê ya derbarê geşedanên herêmî de kir.

‘Hevtêgihîştin kilîta çareseriyê ye’

Serokwezîr Barzanî diyar kir, ev lûtke derfeteke giring e ji bo danûstandina bîr û ramanên li gel serkirde û berpirsên cîhanê û navçeyê. Herwiha got: "Giring e ku hem ew ji nêrîna me têbigihin û hem jî em ji nêrîna wan têbigihin, ji ber ku di rûbirûbûna geşedanên nû yên Rojhilata Navîn de lêktêgihîştin kilîta çareseriyê ye."

Herêma Kurdistanê: Beşek ji çareseriyê

Derbarê peyama sereke ya Herêma Kurdistanê de, Mesrûr Barzanî tekez kir ku Herêm di hemû waran de amadeyî hevkariyê ye: "Herêma Kurdistanê her dem beşek ji çareseriyê bûye; çi di warê siyasî de, çi di warê dabînkirina asayîş û aramiyê de û çi jî di warê geşepêdana aborî de."

Bandora çaksaziyên aborî

Serokê Hikûmetê bal kişand ser pêvajoya çaksaziyên navxweyî û got: "Me ev demeke dirêj e dest bi reformên aborî kiriye û vê yekê bandoreke erênî li ser pêşxistina Herêma me kiriye." Mesrûr Barzanî hêvî xwast ku bi hevkariya welatên dost û cîran, karibin hîn zêdetir xizmeta xelkê Kurdistanê bikin.

Dengê Kurdistanê li qada navdewletî

Mesrûr Barzanî bal kişand ser giringiya beşdariya di platformên navdewletî de û got: "Hemû ew sakoyên ku em karibin dengê gelê xwe bigihîninê, ji bo me giring in. Em hewl didin di van derfetan de nûnertiya xelkê Herêma Kurdistanê bikin û dîtina xwe pêşkêş bikin."

Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan ku salane li Dubayê tê lidarxistin, bi hezaran serkirde, berpirs û pisporan li hev dicivîne da ku li ser paşeroja rêveberiyê û çareserkirina kêşeyên gerdûnî nîqaşan bikin.