DEM Partî: Divê Hevserokê ESP’ê Murat Çepnî û girtiyên din bên berdan
Navenda Nûçeyan (K24) – Îro danê sibê polîsan bi ser gelek malan de girt û di encamê de Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Murat Çepnî, rojnamevan, sendîkavan û ekolojîst jî di nav de, bi giştî 92 kes hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyan, di operasyonê de gelek xebatkarên pêkhateyên ESP, Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM), sendîkaya DÎSK/LÎMTER-ÎŞ û Weqfa Lêkolînê ya Zanist, Perwerde, Estetîk, Çand û Hunerê (BAKSAV) hatin binçavkirin. Her wiha hat ragihandin ku Endamê Meclîsa Partiyê (PM) ya DEM Partiyê Emîn Orhan jî di nav kesên girtî de ye.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li ser hesabê xwe yê tora civakî X’ê daxuyaniyek weşand û bertek nîşanî van binçavkirinan da. DEM Partiyê destnîşan kir ku desthilatdarî darazê wekî amûreke tundiyê li dijî sosyalîstan bi kar tîne û ev yek nayê qebûlkirin.
Di daxuyaniya DEM Partiyê de wiha hat gotin:“Ev polîtîkaya tundiyê ya desthilatê ku bi destê darazê li dijî sosyalîstan dimeşîne, nayê qebûlkirin. Divê hemû kesên hatine binçavkirin tavilê bên berdan.”
DEM Partiyê her wiha bal kişand ser welatiyên ku di xwepêşandanên li dijî êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê de hatine girtin û got: “Divê welatiyên me yên di protestoyên li dijî êrîşên li ser Rojava de hatine binçavkirin û girtin jî bên berdan. Pêwîst e tundiya li hemberî kesên ku berteka xwe nîşan didin, bi dawî bibe.”