Silêman Oso: Serokkomarê Sûriyeyê pesnê rola Serok Barzanî da

Silêman Oso
Silêman Oso

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) Silêman Oso îro (Sêşem, 3ê Sibata 2026ê) ji Kurdistan24ê re encamên civîna şandeya encûmena ENKSê ya bi Serokkomarê Sûriyeyê demkî yê Ehmed Şera re eşkere kir.

Silêman Oso herwesa got: Ew civîn pir erênî bû û tê de Serokkomarê Sûriyeyê bi girîngiyeka zêde ve behsa rola bibandor û dîrokî ya Serok Barzanî kir, ku hemî alî gihandin lihevkirina aştiyê û rewş aram kir.

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê amaje jî da ku, di çarçoveya wê hevdîtinê de Ehmed Şera rola Serok Barzanî di çespandina aramiyê û biserxistina pêvajoya lihevhatina neteweyî de bilind nirxandiye.

Şandeya ENKSê di vê civînê de tekez li ser pêdivîtiya bicihanîna mafên neteweyî yên gelê Kurd di destûra bingehîn a Sûriyeyê ya paşerojê de kiriye û ragihandiye ku, bê dabînkirina mafên qanûnî û siyasî, tenahiya herdemî nayê bidestxistin.

Silêman Oso behsa wê yekê jî kir ku, wan ji Serokkomarê Sûriyeyê re tekez kiriye ku Kurd di peymana aştiyê de hevparên sereke ne, ji ber vê yekê jî divê pêşî li hemî rengên binpêkirinên li dijî gelê Kurd bê girtin.

Mijareka din a sereke ya wê nîqaşê rawestiyana li dijî gotara kerb û kînê di navbera neteweyên Kurd û Ereb de bû, bi rengekê ku Sûriyeya nû bibe mînakek ji bo pêkvejiyanê û rêzgirtina li cihêrengiya pêkhateyan, ku tê de mafên hemiyan bi wekhevî parastî bin.