Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî civiyan
Navenda Nûçeyan (K24) – Di roja duyem a Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan a li Dubayê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 4ê Sibatê ligel Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ahmed Abu Xeyt civiya.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê: "Di hevdîtinê de, derbarê rewşa giştî ya Iraqê û hewildan û gotûbêjên ji bo hilbijartina Serokkomar û kabîneya nû ya hikûmeta federal de, danûstandina bîr û rayan hat kirin."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin: "Di hevdîtinê de guhertin û geşedanên rewşa Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser parastina asayîş û aramiyê, çareserkirina kêşeyan bi rêya aştî û rêzgirtina li mafên gelê Kurd û pêkhateyên din ên Sûriyeyê hat kirin. Di vê çarçoveyê de, Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî rola Serok Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bilind nirxand."
Gotara Serokwezîr: Rêveberî û Aborî
Biryar e îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotarekê di lûtkeyê de pêşkêş bike û tê de di gotara xwe de dîtina xwe ya derbarê paşeroja rêveberiyê (hikûmetdariyê) li Herêma Kurdistanê, çaksaziyên aborî û ezmûnên serkeftî yên hikûmetê di geşepêdana aborî de bi beşdarên lûtkeyê re parve bike.
Ev pêncemîn sala li ser hev e, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi vexwendineke fermî beşdarî vê lûtkeya gerdûnî dibe. Pisporên siyasî diyar dikin ku ev beşdariya berdewam nîşana giringiya pêgeha Herêma Kurdistanê ye li ser asta navdewletî û bandora wê di hevkariyên herêmî de.
Lûtkeya îsal ku duh 3ê Sibatê dest pê kiribû û heta 5ê mehê berdewam dike, platformeke mezin a serkirdeyên cîhanê ye. Zêdetirî 6 hezar kesayetî ji zêdetirî 150 welatan beşdar in. Di nava mêvanan de 35 serok û serokwezîr û zêdetirî 500 wezîran cih girtine.