Kanî Torun: Êdî hincet nemane, divê AK Partî raporê biqedîne û gavên yasayî biavêje

Enqere (K24) – Tîma Nivîsîna Raporta Hevbeş li parlamentoyê dîsa civiya û tê payîn ku rapor êdî bi dawî bibe û pêşniyarên yasayî pêşkêş bike. Parlamenterên opozîsyonê bal dikşînin ku AK Partî ji ber geşedanên Sûriyeyê giran tevdigere, lê êdî hincet nemane. Li gorî parlamenteran, her gaveke erênî ya li Tirkiyeyê were avêtin dê bandoreke baş li ser rewşa Sûriyeyê jî bike.

Di çarçoveya çareseriya Pirsa Kurd û proseya aştiyê de, Tîma Nivîsîna Raporta Hevbeş ku ji nûnerên partiyên siyasî yên di Komisyona Hevgirtina Neteweyî Biratî û Demokrasiyê pêk tê bo cara pencemîn civiya. Alîkarê Serokê Giştî yê MHPê Fetî Yildiz diyar kir ku ew li ser gotareke çarçoveyî dixebitin, li ser mafê hêviyê lihevkirine û heke partiyên meclîsê jî li hev bikin, ev xebat dê bibe bingeha qanûneke nû. Lê belê tevî amadekariyan, rexne li desthilatê tên girtin ku di gavên qanûnî de giran tevdigere.

Parlamenterê Partiya Siberojê yê Bursayê Kanî Torun ji K24ê re got: “Tirkiyeyê li hemberî geşedanên Sûriyeyê polîtîkaya ‘bisekine û bibîne’ dimeşand. Tevî ku prose dimeşiya; AK Partiyê karê xwe giran dikir, lê êdî tu hincet nemane, divê komîsyon raporê amade bike. Hewce ye biryarên Dadgeha Ewropayê bên bicîhkirin, Selahattin Demirtaş û girtiyên Kobanê bên azadkirin. Ji bo vegera endamên PKKê pêwîstî bi yasayên nû heye. Ev gav dê pêvajoyê bilez bike û bandorek erênî li aştiya civakî û aboriyê bike.”

Serokwekîlê Koma CHPê û endamê tîma nivîsînê Murat Emîr jî diyar kir ku di navbera hemû partiyên komîsyonê de, hem ji bo dawîkirina terorê bi awayekî mayînde û hem jî ji bo gavên demokratîkbûn û dewleta hiqûqê lihevkirineke mezin heye. 

Serokê Koma Yenî Yolê û endamê Tîma Nivîsandina Raporê Bulent Kaya jî behsa pêwîstiyên proseyê kir got: “Erka komîsyonê heta dawiya meha Sibatê hatibû dirêjkirin û dibe ku beriya wê raporta hevbeş amade bibe. Piştî pêşkêşkirina raportê bo Lijneya Giştî, divê xebateke qanûnî ya wekî pêşniyazeke cuda were amadekirin Ji bo armanca bêçekkirin û fesixkirina rêxistinê, avakirina bingeha hiqûqî ji bo me pêwîstiyek e. Herwiha divê proseya li Tirkiyeyê bibe mînakek ku, geşedanên êrênî yê Tirkiyeyê bandoreke êrênî li ser qada Sûriyeyê jî bike.”

Herwiha hevserokên DEM partiyê jî bang li desthilatê kiribûn divê komisyon nexşereya xwe li gorî geşedanên Sûriyeyê diyar neke û ji bo pêşveçûna proseyê proseya yaseyî li parlamentoyê dest pê bike.