Mezlûm Ebdî û Wezîrê Derve yê Fransayê li Hewlêrê dicivin
Navenda Nûçeyan (K24) - Biryar e ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Wezîrê Derve yê Fransayê sibe (În, 6ê Sibata 2026ê) li Hewlêrê bicivin, tewerê sereke yê civîna di navbera wan de dê nîqaşkirina peymana di navbera HSD û Şamê de be.
Medyaya HSDê îro (Pêncşem, 5ê Sibata 2026ê) ragihand ku, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot dê sibe li Hewlêrê bicivin.
Li gorî Zanyaran, tewerê sereke yê wê civînê dê nîqaşkirina peymana di navbera HSD û Şamê de be.
Jean-Noel Barrot pêşwext piştrast kiribû ku, ew dê li Hewlêrê bi Fermandarê HSDê re bicive, ji bo nîqaşkirina hûrguliyên peymana nû.
Navbirî herwesa pesnê wê peymanê da û ragihand: Ev pêngav dê bibe sedema xurtkirina mafên bingehîn ên Kurdan.
Wezîrê Derve yê Fransayê ji aliyekê din ve jî tekez kir ku, şerê li dijî DAIŞê dê wekî "serpişka herî pêşiyê" ya Parîsê bimîne û soz da ku, ew dê di wê çarçoveyê de hemî rengên piştgiriyan pêşkêş bikin.
Jean-Noel Barrot herwesa tekez jî kir ku, welatê wî dê li kêleka gelê Sûriyeyê bimîne, heta wê demê ku paşerojeka baş û tena tê avakirin.