Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Hewlêrê civyan û rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê bi rengekê giştî û peymana di navbera Şam û HSdê de bi rengekê taybetî nîqaş kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Pêncşem, 5ê Sibata 2026ê) ligel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û şandeya pê re civiya.
Di wê civînê de, her du aliyan rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê bi giştî û peymana di navbera Şam û HSDê de bi taybetî nîqaş kir.
Biryar e ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî dê sibe (În, 6ê Sibata 2026ê) bi Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot re bicive. Li gorî zanyaran, tewerê sereke yê wê civînê dê nîqaşkirina peymana di navbera HSD û Şamê de be.
Serdana Wezîrê Derve yê Fransayê ji bo Hewlêrê
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot îro êvarê bi rêya Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê gihîşt Herêma Kurdistanê.
Li gorî zanyarên Kurdistan24ê, sibe bernameya karên Wezîrê Derve yê Fransayê dê berfirehtir be; ew dê bi Serok Mesûd Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re bicive.
Armanca sereke ya serdana Wezîrê Derve yê Fransayê ji bo Hewlêrê nîqaşkirina li ser pêşxistina têkiliyên dualî yên di navbera Parîs û Hewlêrê de ye. Herwesa doza aloziyên Sûriyeyê û hûrguliyên peymana di navbera Hikûmeta Şamê û HSDê de jî dê mijareka girîng a wan nîqaşan be.