Danûstandinên nerasterast ên Îran û Amerîkayê li Omanê dest pê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Medyaya fermî ya Îranê ragihand, şandeyên Îran û Amerîkayê li Mesqeta paytexta Omanê, ji bo gotûbêjkirina dosyaya atomî û rakirina sizayan, dest bi danûstandinên nerasterast kirine.

li bajarê Mesqetê îro 6ê Sibatê, gereke nû ya danûstandinên nerasterast di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de dest pê kir. Li gorî zanyariyan, tewereyên sereke yên van gotûbêjan bernameya atomî ya Îranê û dîtina mekanîzmayekê ji bo hêdîkirin an rakirina sizayên aborî ne.

Beşdarên ji aliyê Amerîkayê ve

Şandeya Amerîkayê ji kesên nêzîkî serok Donald Trump pêk tê. Di nava şandeyê de, cih digirin:

- Steve Witkoff: Şanderê taybet ê Trump ji bo karûbarên Rojhilata Navîn.

- Jared Kushner: Zaveyê Trump û şêwirmendê payebilind.

- Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM).

Ji aliyê Îranê ve jî, Wezîrê Derve Abbas Araqçî rasterast çavdêriya pêvajoya danûstandinan dike.

Araqçî: ‘Em dev ji mafên xwe bernadin’

Beriya destpêkirina civînan, Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî helwesta welatê xwe eşkere kir û got: "Îran bi çavên vekirî û bi niyeteke baş beşdarî van danûstandinan dibe, lê em bi ti awayî dev ji mafên xwe yên rewa bernadin. Pêwîst e hemû alî pabendî sozên xwe bin û rêzê li lihevkirinên hatine kirin bigirin."

Araqçî her wiha destnîşan kir, wekhevî, rêzgirtina dualî û parastina berjewendiyên hevbeş ne tenê diruşm in, lê belê stûnên bingehîn ên her rêkeftineke mayînde ne.