Serok Mesûd Barzanî bi Mezlûm Ebdî re civiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 6ê Sibatê pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî kir. Di hevdîtinê de giranî hat dayîn ser cîbicîkirina rêkeftina bi Şamê re û misogerkirina mafên Kurdan di destûra nû de.
Di hevdîtinê de behsa rewşa Rojava û her wiha bicîhanîna peymana navbera hikûmeta Sûriyeyê û HSDê û geşedanên dawî yên li Sûriyeyê hatin kirin.
Di wê civînê de, Serok Barzanî daxwaz kir ku her du alî pabendî bicîhanîna xalên wê peymanê bin û her wiha hevahengî di navbera hemû aliyan de hebe, da ku di qonaxên bê û di destûrê de mafên gelê Kurd li Sûriyê parastî bin û werin çespandin.