Xwecihiya Efrînê ya ENKSê di salvegera erdhejê de: BCF mîna çiyayekî li pişt miletê me bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Xwecihiya Efrînê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) di 3-emîn salvegera erdheja wêranker a 6ê Sibata 2023an de daxuyaniyek weşand. ENKSê bi taybetî ronahî xist ser rola Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) ku di demên herî dijwar de bi hawara xelkê Efrînê ve çûbû.

Sê sal di ser erdheja bi hêza 7.8 a rîxter re derbas dibin, ku di 6ê Sibata 2023an de karesateke mezin li Tirkiye û Sûriyeyê çêkir û bi dehhezaran qurbanî bi dû xwe de hiştin. Di daxuyaniya ENKSê de hat diyarkirin ku devera Efrînê (Çiyayê Kurmênc) û bi taybetî bajarê Cindirêsê (ku %80ê avahiyên wê herifîn) para herî mezin a wêranî û êşê berket.

ENKSê amaje bi wê kir, di 10ê Sibata 2023an de, bi raspardeyên rasterast ên Serok Mesûd Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, yekemîn karwanê alîkariyan a Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) di dergehê Bab el-Selame re derbasî Efrînê bû. ENKSê destnîşan kir ku ev ne tenê di asta herêmê de, lê di asta cîhanê de jî yekemîn saziya xêrxwazî bû ku gihişt hawara xelkê herêmê.

Di daxuyaniyê de behsa wê pêşwaziya germ hat kirin ku xelkê Efrînê nîşanî tîmên BCF’ê dabûn: "Gava karwanê alîkariyan li dergehê Efrînê hat pêşwazîkirin, bi hezaran jin û mêrên Efrînê bi ala Kurdistanê û bi hêsirên kêfxweşiyê derketin pêşiya wan. Ev wekî boneyeke niştimanî bû û giringiya wê ne kêmtirî derbasbûna Pêşmergeyan a bo Kobanê bû. Vê helwestê moralê miletê me yê li Efrînê ku di bin zilm û zora karesatê de bû, gelekî bilind kir."

ENKSê diyar kir ku xebatên Dezgeha Barzanî bi Efrîn û Cindirêsê ve sînordar neman; lê belê heta îro alîkarî digihîjin Heleb, Şam û herêma Cizîrê jî.

ENKSê bal kişand ser hewildanên dîplomatîk ên serkirdeyên Kurdistanê jî. Di daxuyaniyê de hat gotin ku serdanên Serok Mesûd Barzanî yên li navendên biryardanê yên cîhanî, beşdariya Serokwezîr Mesrûr Barzanî di lûtkeyên navdewletî (Davos û Dubay) de û dîplomasiya Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî, bûn sedem ku dengê gelê Kurd li Sûriyeyê bigihîje cîhanê.

ENKSê tekez kir ku ev hewildanên mirovî û dîplomatîk, bingehê ji bo çareseriyeke siyasî ava dikin, da ku mafên gelê Kurd di destûra nû ya Sûriyeyê de bi fermî werin cihkirin. 

ENKSê di dawiyê de sersaxî ji bo malbatên qurbaniyên erdhejê xwest û silavên xwe gihandin Dezgeha Barzanî û serkirdayetiya Kurdistanê.