Wezîrê Derve yê Îranê: Gotûbêjên bi Amerîkayê re erênî bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî ragihand, gera nû ya danûstandinên nerasterast ligel Amerîkayê li Mesqetê bi şêweyekî "erênî" birêve çûye. Araqçî ev hevdîtin wekî "destpêkekî baş" ji bo pêvajoyeke nû tewsîf kir.
Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî îro 6ê Sibatê, piştî bidawîbûna gera duyem ê danûstandinên nerasterast ên li gel Amerîkayê, ji rojnamevanan re axivî. Araqçî destnîşan kir, peyamên her du aliyan bi rêya navbênkaran hatine veguhastin û Îranê karî piştî demeke dirêj xalên nîgeraniya xwe bigihîne aliyê Amerîkî.
Araqçî diyar kir, atmosfera civînan gelekî guncayî bû û got: "Di keşekî gelekî baş de me behsa maf û berjewendiyên xwe kir. Bi giştî, ev gera danûstandinan destpêkeke serkeftî bû."
Wezîrê Îranî her wiha da zanîn, ji bo nîqaşkirina encamên civînê û biryardayina li ser çawaniya berdewamkirina pêvajoyê, ew ê vegerin Tehranê da ku ligel serkirdayetiya welat bişêwirin.
Hevdem ligel van daxuyaniyan, televîzyona fermî ya Îranê ragihand ku danûstandinên li ser dosyayên atomî û mûşekî bi navbênkariya Omanê bidawî bûne. Li aliyê din, beşek ji medyayên Amerîkayê belav kirine ku dibe Îran ji bo demeke dirêj bernameya xwe ya atomî rawestîne, di beramber de jî Amerîka dest bi rakirina sizayên aborî yên li ser Tehranê bike.
Medyayên Omanê li ser zarê berpirsên wî welatî ragihandin, gotûbêjên îro zêdetir li ser "çarçove û mercên" danûstandinan bûn. Tê çaverêkirin ku di rojên pêş de gereke hîn hûrtir û kûrtir di navbera her du şandeyan de were lidarxistin.
Beriya destpêkirina danûstandinên nerasterast, Abbas Araqçî îro saet 09:45an ligel Wezîrê Derve yê Omanê Bedir Hamad Al-Busaidî civiyabû û spasiya hewildanên Mesqetê yên ji bo nêzîkkirina nêrînan kiribû.