Iraqê zêdetir ji du hezar girtiyên DAIŞê ji Sûriyeyê veguhestine

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Şaneya Medyaya Ewlehiyê ya Iraqê Lîwa Seid Miin ragihand: Pêvajoya veguhestina girtiyên DAIŞê ji Sûriyeyê bo Iraqê berdewam e û heta niha du hezar û 250 girtî hatine veguhestin.

Serokê Şaneya Medyaya Ewlehiyê ya Iraqê amaje jî da; Iraqê ev berpirsiyariya mezin li şûna tevahiya cîhanê bi stûyê xwe ve girtiye, hewcedariya vê yekê jî bi hevkarî û piştgiriya welatên cîhanê heye.

Li gorî gotina Lîwa Seid Miin, ku ji medyaya Iraqê re ragihandiye, veguhestin bi rêya bejahî û asmanî bûye, ku bi hevahengiya rasterast a Hevpeymaniya Navneteweyî û bizavên berçav ên hêzên ewlehiyê yên Iraqê hatiye kirin.

Wan girtiyan nasnameyên Iraqî, Sûriyeyî û gelek nasnameyên din hene û li navendên girtinê yên asê hatine binecihkirin û astên herî bilind a ewlehiyê û silametiyê tê de hatine dabînkirin.

Serokê Şaneya Medyaya Ewlehiyê ya Iraqê tekez jî kir; Hêzên Iraqê şiyaneka bilind di meşandina vê dozê de heye. Amaje jî da; Lêpirsîna bi van girtiyan re dê feydeyên ewlehiyê yên mezin hebin, ji ber ku dê bibe sedema eşkerekirina zanyarên hewalgiriyê yên girîng, ku dê ji bo zêdetir çespandina ewlehî û tenahiyê li deverê alîkar be.

Herwesa ji bo vê meremê, komîteyeka bilind bi serperiştiya Fermandariya Operasyonên Hevpar ji bo bicihanîna lêpirsînên destpêkî hatiye çêkirin. Lîwa Seid Miin jî rola desthilata dadweriya Iraqê di çarçoveya qanûnî û destûrî de ji bo serederîkirina bi vê dozê re û parastina serweriya qanûnê pesinand.

Pêşbînî tê kirin ku hejmara wan çekdarên DAIŞê yên ku tên veguhastin bigihîje zêdetir ji heft hezar kesan. Ev jî di demekê de ye ku, Encûmena Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê li roja 26ê meha borî planeka berfireh û komîteyeka ewlehiyê ya yekgirtî ji bo çavdêrîkirina veguhestina hemî endamên DAIŞê ji zindanên Sûriyeyê bo Iraqê pejirand.