Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê li ser teqînekê daxuyaniyek belav kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Balyozxaneya Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê li Bexdayê li ser teqînekê daxuyaniyek belav kir û tê de eşkere kir ku, hevahengî bi rayedarên Iraqê re pêşwext hatiye kirin û ew li ser vê kiryara kontrolkirî ji bo parastina silametiya wê navendê hatine haydarkirin.

Balyozxaneya Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê li Bexdayê îro (Şemî, 7ê Sibata 2026ê) ragihand ku; wan îro sibehê teqînek li navendeka dîplomatîk a Iraqê kontrol kiriye.

Li gorî wê daxuyaniyê, ew bizav ji bo teqandinê di hundirê "Navenda Piştgiriya Dîplomatîk li Bexdayê" (BDSC) bûye, ku dezgeheka fermî ya girêdayî Balyozxaneya Amerîkayê ye.

Balyozxaneya navbirî amaje jî da: Pêşwext hevahengî bi rayedarên Iraqê re hatiye kirin û ew li ser vê kiryara kontrolkirî ji bo parastina silametiya wê navendê hatine haydarkirin.