Jineke Kurd dibe Wezîra Berevaniyê û Cîgira Serokwezîrê Hollandayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Siyasetmedara Kurd a ji Bakurê Kurdistanê Dilan Yeşilgoz, di gaveke dîrokî de wek Cîgira Serokwezîr û Wezîra Berevaniyê ya Hollandayê dest bi kar kir.

Dilan Yeşilgoz ku bi eslê xwe ji malbateke kurd a bajarê Dêrsimê ye, bi gihîştina vê posta bilind, bû yek ji kesên herî bi bandor di navenda biryardanê ya Yekîtiya Ewropayê de. Yeşilgoz her tim bi nasnameya xwe ya neteweyî serbilind bûye û di kariyera xwe ya siyasî de her dem piştgiriya doza kurd kiriye.

Yeşilgoz di gelek platformên navneteweyî de xwedî helwestên zelal bûye. Bi taybetî di dema êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê de, wê bi dengekî wêrek daxwaza rawestandina tundûtûjiyê kiribû. Wê herwiha tekez dikir ku "divê kurd li hemberî êrîşan tenê neyên hiştin", ji ber ku wan di refên pêşî de li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê şer kir û ji bo mirovahiyê qurbaniyên mezin dan.

Niha ku ew di serê Wezareta Berevaniyê ya Hollandayê de ye, ev wek serkeftina nasnameya kurdî di qada dîplomasî û siyaseta cîhanî de tê dîtin. Ev yek nîşan dide ku dengê kurdan dê di asta herî bilind a biryardana navneteweyî de zêdetir were bihîstin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja 18ê Gulana 2022an, li Hewlêrê pêşwazî li Dilan Yeşilgoz kiribû ku wê demê Wezîra Dad û Ewlekariyê ya Hollandayê bû.

Di wê hevdîtinê de, her du aliyan behsa pêşxistina peywendiyên dualî, bi taybetî di warê dadwerî û bihêzkirina saziyên yasayî de kiribûn. Herwiha Mesrûr Barzanî û Dilan Yeşilgoz li ser girîngiya berdewamiya piştgiriya Hollanda û civaka navneteweyî ji bo Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de hevnêrîn bûn.

Di wê civînê de hatibû destnîşankirin ku divê alîkarî ji bo rizgarbûyên destê DAIŞê werin zêdekirin, da ku dadperwerî ji bo qurbaniyan pêk were û rewşa wan a jiyanê baştir bibe. Ev pêwendiyên xurt, niha bi posta nû ya Yeşilgöz re derbasî qonaxeke nû û stratejîk dibin.