Tirkiye: Bazirganiya neyasayî û qaçaxçîtiya madeyên hişbir bi rêjeya %121 zêde bûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê amarên meha Çileya 2026an belav kirin û ragihand, bazirganiya neyasayî û qaçaxçîtiya madeyên hişbir li ser asta welat bi awayekî metirsîdar zêde bûye.

Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê, îro 9ê Sibata 2026an bi daxuyaniyekê aşkere kir, li gorî berawirdkirina bi meha Çile ya sala 2025an re, qaçaxçîtî û bazirganiya neyasayî bi rêjeya %121 zêde bûye.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, tenê di nava meha Çileya îsal de bi bihayê 7 milyar û 655 mîlyon lîreyên Tirk (ku dike zêdetirî 175 mîlyon û 521 hezar dolarên Amerîkî) dest li ser kelûpelên qaçax û madeyên hişbir hatiye danîn.

Wezaretê diyar kir, di operasyonên meha borî de, bi bihayê 706 mîlyon û 689 hezar lîreyî gelek cureyên kelûpelên qaçax hatine girtin. Hat destnîşankirin ku di nava van materyalan de bireke zêde madeyên hişbir û gelek "berhemên şûnwarî" (antîka) jî hene.

Wezareta Bazirganiyê tekez kir, yekîneyên gumrikê, îstixbarata niştimanî (MÎT), tîmên sîstemên teknolojîk û hemû aliyên peywendîdar dê li seranserî Tirkiyeyê li dijî qaçaxçîtiyê û bazirganiya neyasayî têkoşîna xwe bi awayekî çalak bidomînin.