Şandeyeke teknîkî ya Şamê serdana kargehên petrolê yên Rimelanê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya cîbicîkirina rêkeftina dawî ya navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Sûriyeyê de, şandeyeke endezyariyê ya ser bi hikûmeta Şamê ve, bi amanca nirxandina rewşa kargehên petrol û gazê serdana herêma Rimelanê kir.
Şandeke fermî ya hikûmeta Sûriyeyê bi parastina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), îro 9ê Sibatê gihîşt Kargehên Rimelanê. Armanca vê serdanê ew e ku tîmên pispor ji nêzîk ve rewşa binesaziya kargehên petrol û gazê yên li Rimelan û Siwediyê bişopînin.
"Binesaziya petrol ya li Hesekê saxlem e"
Cîgirê Rêveberê Cîbicîkar ê Kompanyaya Petrolê ya Sûriyeyê Welîd Yûsif, di dema serdana xwe ya ji bo kêlgehên Rimelanê de di konferanseke rojnavanî de diyar kir, amûr û keredestên kêlgehên petrolê yên li parêzgeha Hesekê parastî ne û ti ziyanên mezin ji ber şer negihîştine wan.
Welîd Yûsif got: "Dema em ji Dêrezorê hatin vê derê, me dît ku hemû bîrên petrolê di rewşeke baş de ne û dixebitin. Ev yek rê dide me ku em destê xwe bidin destê hev ji bo Sûriyeyeke ku ya her kesî ye."
Yûsif tekez kir, hemû karmendên kêlgehên Rimelan û Siwediyê dê li ser karên xwe bimînin û mûçeyên wan werin sererastkirin. Herwiha destnîşan kir jî, mûçeyên karmendan êdî wekî "serdema berê" namînin, lê dê li gorî sîstema nû ya Kompanyaya Petrolê ya Sûriyeyê werin zêdekirin û baştirkirin.
"Petrola Sûriyeyê ji bo hemû Sûriyan e"
Welîd Yûsif spasiya hevahengiya berpirsên herêmî û HSDê kir û hêviya xwe anî ziman ku herêma Rimelan û parêzgeha Hesekê bi giştî bibe navenda veberhênana petrolê bêyî ku "dilopek xwîn were rijandin." Yûsif got: "Xelkê vê derê di şoreşa Sûriyeyê de bi me re bûn. Petrola Sûriyeyê ya hemû Sûriyan e û em ê ji bo pêşxistina kêlgehan hemû hewildanên xwe bikin."
Ev liv û tevgera li kargehên petrolê wekî encama wê rêkeftina 29ê Berçileya borî tê, ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Sûriyeyê de hatibû îmzekirin.
Rêkeftina navborî ji 8 xalên bingehîn pêk tê û ji destpêka meha Sibatê ve ketiye warê cibicîkirinê. Li gorî rêkeftinê, Şam û HSD dê di warê aborî û birêvebirina çavkaniyên enerjiyê de hevahengiya teknîkî bikin.