Cotkarên Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê daxwaza mafên darayî yên 2025ê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Cotkarên Herêma Kurdistanê ji bo wergirtina pereyê genim çûne Bexdayê û amajeyê didin ku, ev heşt meh in pereyê genim ê sala 2025ê bi wan nehatiye dan, di demekê de ku cotkarên naverast û başûrê Iraqê piraniya pereyê xwe wergirtiye.

Tevî pirsgirêka mûçeyên fermanberan, ev çend sal in ku hikûmeta federal mûçeyên di xerckirina pereyê cotkarên Herêma Kurdistanê de xemsar e, wê yekê jî cotkaran neçar kirine ku rasterast biçin Bexdayê û daxwaza mafên xwe yên darayî bikin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê Dîlan Barzan got: Ji ber paşkeftina mafên darayî yên sala 2025ê, hejmareka cotkarên Herêma Kurdistanê çûne nav Parlementoya Iraqê da ku bi fraksiyonên Kurdî re bicivin û daxwazên xwe bigihînin aliyên peywendîdar.

Li gorî cotkaran, ev heşt meh in ku pereyê genimê wan paş keftiye û heta niha 204 milyar 750 milyon dînar wernegirtine. Wan ji parlementeran xwest ku, zextê bixin ser Wezîrê Bazirganiyê da ku 500 milyar dînaran ji Herêma Kurdistanê re bişîne, da ku qerebûya paşkeftina pereyên wan ên borî jî bê kirin.

Cotkarekî ku tevlî mîtîngê bû ji Kurdistan24ê re got: Cotkarên başûr û naverasta Iraqê ev demeka dirêj e ku pereyê genimê xwe wergirtiye, bi rengekî ku 78% ya pereyê wan jê re hatiye xerckirin, lê tenê 25% ji cotkarên Herêma Kurdistanê re hatiye şandin. Ev jî cudakariyeka berçav e û bi yek çavî temaşeyî me û wan nayê kirin.

Li gorî zanyarên peyamnêrê Kurdistan24ê, hejmareka wan cotkaran pêştir serdana Wezîra Darayî ya Iraqê Teyf Samî kiriye, lê wê bi eşkereyî ji wan re gotiye ku "pereyê kaş li ber destê wan nîne". Ev jî di demekê de ye ku, pêvajoya belavkirina pereyê genim li deverên din ên Iraqê berdewam e.