HSD hişyarî da: Eger dorpêça ser Kobanê ranebe, rêkeftina bi Şamê re dê hilweşe

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî ragihand, eger dorpêça li ser bajarê Kobanê neyê rakirin, rêkeftina wan a bi Artêşa Sûriyeyê re dê têk biçe.

Berdevkê HSDê Ferhad Şamî di daxuyaniyekê de hişyariyên tund dan hikûmeta Şamê. Şamî destnîşan kir, berdewamiya dorpêça li ser Kobanê li dijî ruhê lihevkirinê ye û eger ev rewş berdewam bike, rêkeftina ku meha borî di navbera her du aliyan de hatibû îmzekirin, dê were hilweşandin.

Ferhad Şamî aşkere kir, niyeta hikûmeta Sûriyeyê ew bû ku hêzên Kurdî bi temamî ji holê rake û gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bê parastin bihêle. Lêbelê, Şamî tekez kir ku bi saya berxwedana gel û xwîna şehîdan, rêkeftina niha hêzên Kurdî wek parastvanên herêmê diparêze. Herwiha got: "Eger ev qurbanî neban, niha li Rojavayê Kurdistanê navê Kurdan nedima."

Berdevkê HSDê herwiha amaje bi hinek komên nêzîkî Şamê kir ku dixwazin bi rêya provokasyonan rêkeftinê têk bibin. Şamî diyar kir ku HSD pabendî xalên rêkeftinê ye, lê ji bo rakirina dorpêçê li benda gavên pratîkî ne.

Ev rêkeftina ku roja 29ê Çileya 2026an di Navbera HSD û Hikûmeta Şamê de hatibû îmzekirin, ji 2ê Sibatê ve ketiye warê cîbicîkirinê. Rêkeftin piştî danûstandinên çir ên bi navbeynkariya aliyên herêmî û navdewletî pêk hatibû. 

Deqa Rêkeftina 14 Xalî ya di navbera HSD û Şamê de:

1- Agirbest û Girtîgeh: Ragihandina agirbesteke giştî; HSD dê parastina girtîgehên DAIŞê bidomîne û dewlet dê piştgiriya lojîstîk bide.

2- Vekişîna Leşkerî: Hêzên HSDyê ji Hesekê û Qamişlo vedikişin baregehên derveyî bajaran; Artêşa Sûriyeyê jî ber bi Şedadê ve vedikişe.

3- Hêzên Leşkerî yên Hesekê: Wezareta Bergiriyê fîrqeyeke taybet ji bo Hesekê ava dike û HSD di nava sê lîwayan de di nav vê fîrqeyê de cih digire.

4- Hêzên Kobanê: Hêzên leşkerî yên Kobanê wekî lîvaye têkelî fîrqeyeke parêzgeha Helebê dibin.

5- Ewlehiya Hundirîn: Hêzên Asayîşê (HSD) û Wezareta Navxweyî (Şam) têkel dibin û ewlehiya bajaran bi hev re diparêzin.

6- Dabeşkirina Postan: Parêzgarê Hesekê dê ji aliyê HSDê, Fermandarê Polîsan ji aliyê Şamê û Alîkarê Wezîrê Bergiriyê dê ji aliyê HSDê ve were diyarkirin.

7- Radestkirina Cihên Hestiyar: Kîlgehên neftê (Rimeylan û Siwêdiyê) û Firokxaneya Qamişlo radestî wezaretên peywendîdar tên kirin.

8- Dergehên Sînorî: Dergehên Sêmalka û Nisêbînê tên vekirin û karmendên dewletê tê de dest bikar dikin.

9- Saziyên Sivîl: Hemû saziyên Rêveberiya Xweser têkelî saziyên dewletê dibin û karmendên wan bi fermî tên qebûlkirin.

10- Bajarên Bêleşker: Qedexe ye ku hêzên leşkerî derbasî nav bajaran (bi taybetî navçeyên Kurdî) bibin.

11- Bawernameyên Xwendinê: Hemû bawernameyên dibistan û zanîngehên Rêveberiya Xweser ji aliyê dewletê ve tên qebûlkirin.

12- Medya û Rêxistin: Destûra karkirinê ji bo hemû sazî û medyayên herêmê li gorî qanûnên dewletê tê dayîn.

13- Perwerdehiya Kurdî: Gotûbêj li ser taybetmendiya perwerdeya bi zimanê Kurdî bi Wezareta Perwerdeyê re berdewam dikin.

14- Vegerîna Koçberan: Vegerandina koçberan ji bo Efrîn, Serê Kaniyê û Şêx Meqsûd tê mîsogerkirin.