Dezgeha Hewalgiriya Iraqê 200 hezar hebên Kaptagonê bindest kirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Dezgeha Hewalgiriya Neteweyî ya Iraqê bi hevahengiya desthilatdarên Sûriyeyê toreka navneteweyî ya madeyên hişber li nav axa Sûriyeyê girt û 200 hezar hebên Kaptagonê bindest kirin, ku bizav dihat kirin derbazî nav Iraqê hatiban kirin.
Dezgeha Hewalgiriya Neteweyî ya Iraqê îro (Sêşem, 10ê Sibata 2026ê) di daxuyaniyekê de amaje da ku, di operasyoneka pêwext de li nav axa Sûriyeyê, wan karî toreka navneteweyî ya bazirganîkirina bi madeyên hişber bigirin.
Li gorî Dezgeha Hewalgiriya Neteweyî ya Iraqê, ew operasyon li ser bingeha zanyarên berfireh û şopandina berdewam li çend welatên deverê û bi hevahengiya rayedarên ewlehiyê yên Sûriyeyê hat kirin.
Di encama wê operasyonê de, pênc endamên wê torê hatin girtin ku plan hebû hejmareka mezin a madeyê hişber ê Kaptagonê qonax qonax ji Sûriyeyê derbazî Iraqê bikin. Her di wê çalakiyê de, zêdetir ji 200 hezar heban hatin bindestkirin.