Tevî rêkeftina Şam û HSDê, dorpêça li ser Kobanê hîn jî berdewam e
Navenda Nûçeyan (K24) – Bajarê Kobanê 23 rojên li ser hev e ku di bin dorpêçeke giran a hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de ye. Tevî rêkeftina navbera HSD û Hikûmeta Demkî, dorpêç nehatiye rakirin û jiyana deh hezaran welatiyan di bin metirsiyê de ye.
Dorpêçkirina Kobanê di 18ê Çileya 2026an de dest pê kir. Tevî ku di 29ê heman mehê de li Şamê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de peymanek ji bo rakirina dorpêçê hatibû îmzekirin, lê heta niha hêzên Hikûmeta Demkî rê nadin ku pêdiviyên bingehîn derbasî bajêr bibin.
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, li dermanxaneyên bajêr kêmasiyeke pir giran a dermanan heye, bi taybetî dermanên nexweşiyên kronîk ên mîna şekir, zexta xwînê û nexweşiyên dil. Li gorî raporê, hêzên li ser xalên kontrolê dest datînin ser wan dermanên ku hewl tê dayîn ji Helebê derbasî Kobanê bên kirin.
Ji ber têkçûna rewşa tenduristiyê û nebûna xizmetguzariyên bijîşkî, li gundewarên rojhilatê Kobanê jinekê jiyana xwe ji dest da. Hat ragihand ku ji ber dorpêçê, malbata wê nekarî wê di dema pêwîst de bigihînin nexweşxaneyê.
Piştî ku di 18ê mehê de kehrebe bi temamî hatibû birîn, duh sêşemê bi hevahengiya Xaçê Sor xeta kehrebê ya bajêr hat çêkirin. Lêbelê, niha di nava rojê de tenê 2 saet kehrebe tê dayîn. Ev yek bûye sedem ku pompên avê nexebitin û piraniya taxên bajêr hîn jî bê av mane.
Dorpêçê bandoreke giran li aboriya bajêr kiriye û bihayên kelûpelan gelekî bilind bûne ku kîloyek firingî gihîştiye 40 hezar lîreyên Sûrî, û lîtreyek mazota germkirinê gihîştiye 5 dolaran (50 hezar lîre), di heman demê de sotemenî li bajêr nemaye û tenê bi rêya qaçaxçîtiyê peyda dibe.
Jineke koçber a li Kobanî ji bo SOHRê wiha axivî: "Ji bo me, Mirin ji vê jiyanê çêtir e. Tiştekî me nîne; ne çay, ne şekir û ne jî av."
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan bangeke bilez arasteyî civaka navdewletî û Hikûmeta Demkî kir ku berpirsiyariya jiyana xelkê sivîl bigirin ser xwe û demildest dorpêça li ser Kobanî rakin, da ku karesateke hîn mezintir rû nede.