BCF li Qamişlo projeyeke nû ragihand: Nan dê bêberanber were dabeşkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) li bajarê Qamişlo projeyeke nû da destpêkirin ku tê de nan bêberanber ji xelkê re tê dabeşkirin. Di heman demê de, BCF hewlên xwe yên ji bo gihandina alîkariyan bo bajarê Kobanî yê dorpêçkirî berdewam dike.
Endamê Desteya Kargêrî ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Karzan Nûrî îro 11ê Sibata 2026an li bajarê Qamişlo di konferansekî rojnamevanî de ragihand, li nanxaneyên giştî yên Qamişloyê nan dê bêberanber were dabeşkirin.
Derbarê rewşa karesatbar a bajarê Kobanê ku di bin dorpêçê de ye, Karzan Nûrî diyar kir, ew her roj bi rêya kanalên dîplomatîk û mirovî û ajansên Neteweyên Yekgirtî hewl didin alîkariyan bigihînin bajêr, lê mixabin heta niha ji aliyên peywendîdar bersiveke erênî ji bo vekirina rêyan nehatiye dayîn.
Nûrî herwiha eşkere kir ku tîmên wan li herêmê di warê pêşkêşkirina sotemenî, derman û pêdiviyên rojane de xebatên xwe didomînin û ragihand ku di nava çend rojên bê de dê du plan û projeyên din ên giring jî ji bo xelkê Qamişloyê werin ragihandin.