Bexdayê nerazîbûna xwe li hember daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê nîşan da

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Iraqê nerazîbûna xwe li hemberî daxuyaniyên dawî yên Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan nîşan da û ev nerazîbûn gihand Balyozê Tirkiyeyê yê li Bexdayê.

Wezareta Derve ya Iraqê îro 11ê Sibatê pêşwazî li Balyozê Tirkiyeyê Anil Bora Inan kir. Ev hevdîtin, li ser daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan pêk hat ku di 9ê Sibatê de di hevpeyvînekê de li ser kanala CNN Turkê dabûn.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Iraqê Mihemed Husên Behrululum, di hevdîtinê de nerazîbûna tund a Iraqê gihand balyoz û diyar kir ku ev daxuyanî "bi awayekî nerênî bandorê li peywendiyên dostane yên her du welatan dikin". Behrululum tekez kir ku ev axaftin li dijî dab û nerîtên dîplomatîk in û destêwerdana di karûbarên navxwe yên Iraqê de ye. 

Mihemed Husên Behrululum herwiha got: "Iraq dewleteke saziyan e û xwedî sîstemeke siyasî, demokratîk û destûrî ye. Mijara Şingalê û hemû herêmên din ên Iraqê, mijareke nîştimanî ya taybet e û li gorî mekanîzmayên navxwe tên birêvebirin. Em her cure destêwerdanên derve yên ji bo ferzkirina çareseriyan, an jî bikaranîna van mijaran ji bo bandorên siyasî û leşkerî red dikin."

Ji aliyê xwe ve, Balyozê Tirkiyeyê Anil Bora Inan diyar kir ku daxuyaniyên Wezîrê Derve Hakan Fidan ji ber "wergera nebaş" şaş hatine fêmkirin. Inan got, armanca Fîdan tenê hebûna endamên PKKê ya li Iraqê bûye û ti peywendiya daxuyaniyan bi karûbarên navxwe yên Iraqê yan jî welatiyên Iraqê re nîne.

Balyozê Tirkiyeyê tekez kir, siyaseta welatê wî li hemberî Iraqê neguherbar e, ew rêzê li serweriya Iraqê digirin û naxwazin destêwerdanê di karên navxwe de bikin.

Di dawiya hevdîtinê de, balyozê Tirkiyeyê got jî, ew ê nerazîbûn û daxwazên Iraqê bigihîne hikûmeta xwe û bal kişand ser giringiya parastina peywendiyên bihêz ên di navbera her du welatên cîran de.