Numan Kurtulmuş: Raporta Komisyonê qediya; Yasayeke nû di rê de ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ragihand ku rapora "Komîsyona Demokrasî, Biratî û Yekrêziya Nîştimanî" ya derbarê pêvajoya aştiyê de hatiye temamkirin. Tê pêşbînîkirin ku meha bê yasayeke taybet ji bo girtiyan û vegera ji çiya were derxistin.

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û serokê komîsyonê Numan Kurtulmuş diyar kir, proseya aştiyê li gorî plana hatî danîn berdewam dike. Kurtulmuş aşkere kir, şêweyê dawî yê raportê hatiye amadekirin û ji bo hemû nûnerên partiyên di nav komîsyonê de hatiye şandin, da ku di rûniştineke nêz de deng li ser were dayîn. Bi dengdana li ser vê raportê, erkê komîsyonê yê fermî bidawî dibe.

Yasayeke demkî ji bo girtî û endamên PKKê

Li gorî nûçeya rojnameya “Hurriyet”ê ya nêzî desthilata Tirkiyeyê, meha bê dê "yasayeke veguhêz" li parlamentoyê were pesendkirin. Armanca serekî ya vê yasayê ev e:

- Hêsankirina vegera wan endamên PKKê yên welatiyên Tirkiyeyê ne û çek danîne.

- Azadkirina wan girtiyên ku bi tometa "endamtiya rêxistinê" an jî "propagandaya bêyî endamtî" di girtîgehê de ne.

Hate ragihandin ku niha derdora 4 hezar û 200 girtî bi van tometan di zindanan de ne û ev yasa dê deriyê azadiyê ji bo wan veke.

Guhertina yasaya terorê û dawîanîna li qeyûman

Di reşnivîsa raporta komîsyonê de pêşniyar hatiye kirin ku Yasaya Ceza û Yasaya Têkoşîna li Dijî Terorê werin guhertina, da ku bi pêvajoya nû re biguncin. Her wiha, yek ji xalên herî baldar di raportê de daxwaza dawîanîna li sîstema qeyûman e, ku ev yek daxwazeke sereke ya aliyê Kurdî bû.