Bexda ji bo vekirina 150 gora bikom xemsar e

Navenda Nûçeyan (K24) – Tevî ku bi salan di ser dîtina 150 gora bikom re derbas bûne, lê xemsariya hikûmeta Iraqê ya vekirina goran û naskirina nasnameya qurbaniyan, bûye cihê nerazîbûneke mezin. Berpirs û çalakvan daxwaz dikin ku ev mijar bi rêya yasayekê di Parlamentoya Iraqê de were yekalîkirin.

Heta niha li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê 150 gora bikom hatine dîtin, lê proseya vekirina wan û ceribandina DNAyê ya ji bo terman gelekî hêdî dimeşe. Her wiha gelek gora bikom hene ku heta niha ji aliyê hikûmeta federal ve bi fermî nehatine tomarkirin.

‘Dezgeha Şehîdan a Iraqê ne cidî ye’

Şêwirmendê Desteya Navçeyên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêmê Edalet Omer ji Kurdistan24ê re ragihand, Dezgeha Şehîdan a Iraqê heta niha ji bo vekirina gora bikom xebateke cidî nekiriye.

Edalet Omer got: "Divê di kabîneya bê ya hikûmeta Iraqê de pirsa vekirina gora bikom bibe karê sereke, an jî Parlamentoya Iraqê bi rêya yasayekê vê proseyê birêxistin bike. Niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê dezgehê de tenê xwedî nûnerekî ye û desthilatên wê sînorkirî ne. Eger Bexda nexwaze, Wezareta Şehîd û Enfalbûyên Herêmê bi serê xwe nikare ti gorekê veke. Lewma divê yasa were guhertina, da ku Herêma Kurdistanê jî di vê mijarê de bibe xwedî desthilat."

Krîza gorên Şingalê û Xanasorê

Ji aliyê xwe ve, Serokê Komelaya Pêkvejiyanê ya li Şingalê Mirza Dinayî bal kişand ser rewşa karesatbar a qurbaniyên Êzidî. Dinayî diyar kir, hikûmeta Iraqê heta niha hebûna gora bikom a li Xanasorê bi fermî nas nekiriye.

Mirza Dinayî got: "Tewra ew gora bikom ên ku di sibata 2015an de ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatibûn vekirin, heta niha ji aliyê Bexdayê ve nehatine pejirandin. Divê zextekî mezin li ser hikûmeta Iraqê were kirin da ku di demeke nêz de mafên wan qurbaniyan û malbatên wan were dayîn."

Malbatên qurbaniyan daxwaz dikin ku termên windabûyên wan ji bin axê werin derxistin û bi rêureşmên guncav werin veşartin, lê nakokiyên siyasî û xemsariya îdarî ya Bexdayê rê li ber vê daxwaza mirovî digire.