HSD û Artêşa Sûriyeyê ji Til Berakê vekişiyan: Asayîşê xalên kontrolê girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya qonaxa duyem a rêkeftina navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Sûriyeyê de, hêzên leşkerî ji bajarokê Til Berakê vekişiyan û erkê parastina navçeyê radestî Hêzên Asayîşê hat kirin.

Piştî rêkeftina dîrokî ya ji bo aramiya rewşê li herêmê, qonaxa duyem a vekişîna hêzên leşkerî ji gundewarê Hesekê dest pê kir. Yekîneyên HSDê û Artêşa Erebî ya Sûriyeyê bi hevdemî ji navenda bajarokê Til Berakê vekişiyan.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) wekî hêzeke sivîl a ewlehiyê, li hemû xalên kontrolê û cihên ku hêzên leşkerî jê vekişiyane, cih girtin. Endamê Asayîşê Farûq Elî ji Kurdistan24ê re ragihand, ev pêngav li gorî rêkeftina navbera HSD û hikûmeta Şamê tê avêtin. Elî diyar kir ku hêzên leşkerî ber bi baregehên xwe yên li derveyî bajarokan ve diçin, da ku jiyana sivîl asayî bibe.

Til Hemîs û Til Koçer di qonaxa bê de ne

Hate ragihandin ku piştî temambûna proseyê li Til Berakê, di nava çend rojên bê de dê vekişîn li bajarokên Til Hemîs û Til Koçerê jî dest pê bike. Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê Ferhad Şamî bal kişand ser dabeşkirina îdarî û leşkerî ya herêmê û tekez kir ku ev guhertin dê rê li ber saziyên xizmetguzariyê veke ku careke din vegerin ser karên xwe.

Ferhad Şamî ji Kurdistan24ê re got: "Niha li ser bingeha çar lîwayan; lîwayekî Kobaniyê û sê lîwayên Herêma Cizîrê. Lîwayên Cizîrê jî dibin sê beş: Beşek girêdayî Hesekê û herêmên pê ve girêdayî ye, yanî ji Dirbêsiyê heta Serê Kaniyê ye. Ya du, lîwayê Qamişloyê ye, ew jî Amûdê, Qamişlo û xeta Til Berak û Til Hemîsê ye. Lîwaya sêyem jî girêdayî Dêrikê heta xeta Til Koçerê ye. Yanî ev lîwayên herî esasî ne ku divê werin avakirin. Niha derbarê hejmara şervanan di vî lîwayî de, li ser wê nîqaş tên kirin."

Veguhestina girtiyên DAIŞê û mijarên mayî

Di çarçoveya vê rêkeftina fireh de, heta niha zêdetirî 5 hezar çekdarên DAIŞê ji girtîgehên Sûriyeyê bo Iraqê hatine veguhestin. Lê belê, hîn du mijarên giring li ser maseya gotûbêjan mane:

1.    Radestkirina girtiyên HSDê yên di destê hikûmeta Sûriyeyê de ne.

2.    Rakirina dorpêça li ser bajarê Kobaniyê.

Tê çaverêkirin ku piştî qonaxa leşkerî, saziyên xizmetguzariyê yên hikûmetê û Rêveberiya Xweser di çarçoveya hevahengiyekê de vegerin navçeyên navborî, da ku daxwazên welatiyan dabîn bikin.