Wezareta Dadê: 5064 girtiyên DAIŞê ji Sûriyeyê bo Iraqê hatin veguhestin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Dadê ya Iraqê amarên nû derbarê veguhestina girtiyên DAIŞê ji Sûriyeyê bo Iraqê ragihand. Hat diyarkirin ku xwarina van girtiyan dê ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve were dabînkirin.
Berdevkê Wezareta Dadê ya Iraqê Ehmed Liêbî, îro 13ê Sibata 2026an, ji medyaya fermî ya welatê xwe re ragihand, hemû rênimayên hikûmî yên girêdayî veguhestina zindaniyên DAIŞê ji Sûriyeyê bo Iraqê temam bûne.
Li gorî daxuyaniya Berdevkê Wezareta Dadê, heta niha bi giştî 5 hezar û 64 çekdar hatine veguhestin. Hûrgiliyên nasnameyên wan bi vî rengî ne:
- Zêdetirî 270 kes welatiyên Iraqê ne.
- Zêdetirî 3 hezar kes welatiyên Sûrî ne.
- Yên mayî jî çekdarên ji welatên cuda yên cîhanê ne.
Ehmed Liêbî aşkere kir, hemû çekdarên hatine veguhestin niha li girtîgehekê hatine komkirin. Proseya lêpirsînê bi wan re didome û piştî qedandina lêpirsînan, ew ê li gorî yasayên Iraqê werin dadgehkirin.
Hate destnîşankirin ku Iraq endamekî sereke yê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ye û veguhestina van girtiyan li ser daxwaza Hevpeymaniyê pêk hatiye. Herwiha, Ehmed Liêbî diyar kir ku Hevpeymaniya Navdewletî berpirsiyariya dabînkirina xwarinê ya van 5 hezar girtiyan girtiye ser milê xwe.