Nêçîrvan Barzanî li Munihê bi Serokwezîrê Hollandayê re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di çarçoveya Konferansa Ewlekariyê ya Munihê de ligel Serokwezîr û Wezîrê Berevaniyê yê Hollandayê civiya û xurtkirina peywendiyan hat gotûbêjkirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kir, Nêçîrvan Barzanî îro 14ê Sibatê di çarçoveya bernameya xwe ya li Almanyayê de, ligel Serokwezîrê Hollandayê Dick Schoof û Wezîrê Berevaniyê Ruben Brekelmans hevdîtinek pêk anî.

Di civînê de, her du aliyan behsa pêşxistina peywendiyên Hollandayê yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê kirin. Her wiha mijara berdewamiya alîkariyên Hollandayê di warên cuda de, bi taybetî di warê parastin û ewlekariyê de, hate nirxandin.

Nêçîrvan Barzanî ji ber piştgiriya berdewam a Hollandayê ya ji bo Herêma Kurdistanê spasiya şandeya mêvan kir û rola Hollandayê ya di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de bi giringî binav kir.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Hollandayê Dick Schoof û şandeya pê re dan zanîn ku welatê wan bi çavê giringiyê li peywendiyên xwe yên ligel Herêma Kurdistanê dinêre. Şandeya Hollandî tekez kir ku ew ê di warê parastina aramî û geşepêdana herêmê de piştgirên Herêma Kurdistanê bin.