Iraq û Tirkiye: Peymana HSD û Şamê bo tenahiya Sûriye û deverê girîng e
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Iraqê û Serokê Dezgeha Hewalgiriya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MIT) li ser hevahengî û alîkariyên di navbera Iraq û Tirkiyeyê de û peymana di navbera HSD û Hikûmeta Sûriyeyê de axivîn û tekez kir ku, divê her du alî pabendî bicihanîna wê peymanê bin.
Wezareta Derve ya Iraqê îro (Yekşem, 15ê Sibata 2026ê) belav kiriye ku, Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên û Serokê Dezgeha Hewalgiriya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MIT) Ibrahim Kalin di çarçoveya gera 62ê ya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de civiyan.
Wezareta Derve ya Iraqê herwesa ragihandiye ku, her du aliyan di wê civînê de mekanîzma pêşxistina hevkariyên di navbera Iraq û Tirkiyeyê de û herwesa pêşketinên dawiyê yên Rojhilata Navîn nîqaş kirine.
Her di wê hevdîtinê de, her du aliyan behsa rêyên xurtkirina têkilî û hevkariyên di navbera Iraq û Tirkiyeyê de kiriye, herwesa pêşketinên dawiyê yên Rojhilata Navîn jî nîqaş kirine û kêfxweşiya xwe ji bo peymana di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de jî aniye ziman.
Her du aliyan herwesa pabendbûna HSD û Hikûmeta Şamê bi wê peymanê û bicihanîna xal û şertên wê peymanê jî wekî peydakirina tenahiya Sûriyeyê û deverê hesibandine.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li roja Pêncşema borî, 12ê Sibata 2026ê, bi vexwendineka fermî ji bo tevlîbûna di Gera 62ê ya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de gihîşt Almanyayê.
Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku, di wê konferansê de ji bo nîqaşkirina rewşa siyasî û ewlehiyê ya Iraqê, Herêma Kurdistanê û pêşketinên deverê bi giştî, Nêçîrvan Barzanî dê hejmareka hevdîtin û civînan bi serkirde û berpirsên bilind ên welatan re bike.
Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê, ku her sal bi tevlîbûna hejmareka mezin a serkirde û berpirsên payebilind ên welatan tê lidarxistin, derfetek e ji bo lihevguhertina dîtin û nerînan li ser pirsa ewlehî, tenahî, pirsgirêkên cîhanî û nîqaşkirina çareseriyan ji bo pirsgirêk û aloziyan.