Berhem Salih rola Herêma Kurdistanê ya di hewandina awareyan de bilind dinirxîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Karûbarên Penaberan Dr. Berhem Salih, îro 14ê Sibatê li Munihê civiyan. Di hevdîtinê de tekezî li ser girîngiya hevahengiya navdewletî ji bo baştirkirina rewşa jiyana awareyan hat kirin.
Di civînê de bi hûrgilî behsa rewşa mirovî ya penaberan li Iraq, Herêma Kurdistanê û navçeyê hat kirin. Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser rewşa niha ya penaberên li Herêma Kurdistanê û tekezî li ser pêwîstî û girîngiya berdewamiya alîkariyên Neteweyên Yekbûyî kir, ji bo dabînkirina pêdiviyên sereke û baştirkirina asta jiyana penaberan, alîkariyên NY ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê berdewam bin.
Ji aliyê xwe ve, Komîserê Bilind ê NY Dr. Berhem Salih pesnê rola mirovî û dîrokî ya Herêma Kurdistanê da û destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê her dem û "bêyî ti cudahiyekê", deriyên xwe ji aware û penaberan re vekirine û bûye penagehek ji bo wan.
Dr. Berhem Salih pabendbûna saziya UNHCRê ji bo piştgirîkirina hewildanên Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dubare kir. Herwiha diyar kir jî ku UNHCR dê di vê qonaxê de ji bo baştirkirina rewşa aborî û jiyana penaberan û dabînkirina pêdiviyên wan ên herî bingehîn, di nav hewildanên berdewam de be.