Mezlûm Ebdî û Senator Lindsey Graham civiyan
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî îro 14ê Sibata 2026an, li bajarê Munihê ligel şandeke girîng a Kongressa Amerîkayê civiya. Di şandeyê de ligel Senator Lindsey Graham, senatorên wekî Sheldon Whitehouse, Jacky Rosen, Peter Welch û Andy Kim cih girtin.
Mezlûm Ebdî piştî hevdîtinê li ser hesabê xwe yê tora civakî (X) daxuyaniyek belav kir û hevdîtin wekî "serbilindiyeke mezin" pênase kir. Ebdî herwiha got: "Di dema borî de ev endamên Kongressê bi serokatiya Senator Graham, parêzvanên herî diyar ên mafên gelê me û hêzên me bûn."
Fermandarê HSDê destnîşan kir, vê şandeyê her dem têkiliyeke berdewam ligel wan parastiye û bi hûrî guh daye daxwaz û guherînên li ser erdê.
Mezlûm Ebdî bi taybetî bal kişand ser "Yaseya Parastina Kurdan" û ragihand, ev yase ji bo wan "gaveke dîrokî û bilind" bûye. Herwiha spasiya dilsoziya senatorên Amerîkî kir ji bo çespandina aramiya li herêmê û alîkariyên wan ên ji bo Sûriyê di vê serdemê de.
Mezlûm Ebdî di dawiya peyama xwe de tekez kir ku endamên Kongressa Amerîkayê di rêya bidestxistina azadî û dadperweriyê de ji bo gelê Kurd, wekî hevparên sereke dimînin.