Washington tekezî li ser çareserkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 14ê Sibatê li perawîza Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê ligel Brîkara Wezareta Derve ya Amerîkayê Allison Hooker civiya. Di civînê de piştgiriya Amerîkayê ya ji bo Herêma Kurdistanê û rola Hewlêrê ya di aştiya herêmî de hatin nirxandin.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de têkiliyên Amerîkayê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û çendîn mijarên girîng ên hevpar hatin gotûbêjkirin. Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinê de tekezî li ser girîngiya berdewamiya piştgiriya Amerîkayê kir, bi taybetî ji bo parastina aramiya welat û geşepêdana saziyên Herêma Kurdistanê.
Ji aliyê xwe ve, Allison Hooker pesnê hewildanên dîplomatîk ên Serokê Herêma Kurdistanê da, bi taybetî bal kişand ser rola Nêçîrvan Barzanî ya di gihîştina rêkeftina navbera Şam û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de û ew wekî gaveke girîng nirxand.
Herwiha Hooker piştgiriya welatê xwe ji bo parastina qeyana destûrî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê dubare kir û diyar kir ku Washington piştgiriyê dide diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê ji bo çareserkirina kêşeyên mayî.