Nêçîrvan Barzanî û Wezîra Aboriyê ya Almanyayê pêşxistina têkiliyan nîqaş kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê bi Wezîra Aborî û Enerjiyê ya Almanyayê re civiya û pê re pêşxistina têkiliyên aborî yên Almanyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re û teşwîqkirina sermayekarî û veberhênana Almanyayê di warên cuda cuda de nîqaş kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Yekşem, 15ê Sibata 2026ê) di çarçoveya Gera 62ê ya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de bi Wezîra Aborî û Enerjiyê ya Almanyayê Katherina Reiche re civiya.
Di wê civînê de, pêşxistina têkiliyên aborî yên Almanyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re û teşwîqkirina sermayekarî û veberhênana Almanyayê di warên cuda cuda de hatin nîqaşkirin.
Nêçîrvan Barzanî ji bo piştgiriya berdewam a Almanyayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê spasiya Almanyayê kir û xwesteka Herêma Kurdistanê ji bo wergirtina feydeyî ji ezmûna Almanyayê di warên enerjî û aboriyê de tekez kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li roja Pêncşema borî, 12ê Sibata 2026ê, bi vexwendineka fermî ji bo tevlîbûna di Gera 62ê ya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de gihîşt Almanyayê.
Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku, di wê konferansê de ji bo nîqaşkirina rewşa siyasî û ewlehiyê ya Iraqê, Herêma Kurdistanê û pêşketinên deverê bi giştî, Nêçîrvan Barzanî dê hejmareka hevdîtin û civînan bi serkirde û berpirsên bilind ên welatan re bike.
Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê, ku her sal bi tevlîbûna hejmareka mezin a serkirde û berpirsên payebilind ên welatan tê lidarxistin, derfetek e ji bo lihevguhertina dîtin û nerînan li ser pirsa ewlehî, tenahî, pirsgirêkên cîhanî û nîqaşkirina çareseriyan ji bo pirsgirêk û aloziyan.