Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî rewşa Sûriyeyê û mafên Kurdan nîqaş kirin

Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî
Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê bi Fermandarê Giştî yê HSDê re civiya û pêşketinên dawiyê yên siyasî û ewlehiyê yên Sûriye û deverê û rewşa Kurdan û pêkhateyên din li Sûriyeyê pê re nîqaş kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kiriye ku, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî nîvroya îro (Yekşem, 15ê Sibata 2026ê) di çarçoveya Gera 62ê ya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê herwesa ragihandiye ku, her du aliyan di wê civînê de pêşketinên dawiyê yên siyasî û ewlehiyê yên Sûriye û deverê û rewşa Kurdan û pêkhateyên din li Sûriyeyê nîqaş kirine.

Wê ragihandinê eşkere jî kiriye ku, Nêçîrvan Barzanî tekez li ser girîngiya berdewamiya diyalog û hevfêmkirinê ji bo çareserkirina siyasî ya pirsgirêkên Sûriyeyê kir, bi rengekî ku mafên Kurdan û hemî pêkhateyan di çarçoveya Sûriyeyeka hevgirtî û destûra paşerojê ya Sûriyeyê de parastî bin.

Mezlûm Ebdî jî ji aliyê xwe ve spasiya Serok Mesûd Barzanî û Serokatiya Herêma Kurdistanê kir, ji ber bizavên wan ên berdewam û rola wan a bibandor pêxemetî aramkirina rewşê û gihîştina Şam û HSDê bi lihevkirina agirbestê.

Xetera serhildana DAIŞê û gefên terorê jî mijarên tewerekê din ê wê civînê bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li roja Pêncşema borî, 12ê Sibata 2026ê, bi vexwendineka fermî ji bo tevlîbûna di Gera 62ê ya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de gihîşt Almanyayê.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku, di wê konferansê de ji bo nîqaşkirina rewşa siyasî û ewlehiyê ya Iraqê, Herêma Kurdistanê û pêşketinên deverê bi giştî, Nêçîrvan Barzanî dê hejmareka hevdîtin û civînan bi serkirde û berpirsên bilind ên welatan re bike.

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê, ku her sal bi tevlîbûna hejmareka mezin a serkirde û berpirsên payebilind ên welatan tê lidarxistin, derfetek e ji bo lihevguhertina dîtin û nerînan li ser pirsa ewlehî, tenahî, pirsgirêkên cîhanî û nîqaşkirina çareseriyan ji bo pirsgirêk û aloziyan.