Rojavayê Kurdistanê.. Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê li ser belavkirina alîkariyan berdewam e
Navenda Nûçeyan (K24) - Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê li Rojavayê Kurdistanê li ser belavkirina alîkariyan ji xwarin û dermanan berdewam e. Serperiştê tîmeka wê dezgehê got: Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê piştî vê rewşê jî dê bimîne û kampanyayên wê bi dawî nabin.
Peyamnêrê Kurdistan24ê Ekrem Salih serdana taxa Cûdiyê li navenda bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê kiriye, ku kampanyaya Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê ji bo belavkirina alîkariyan li ser şêniyên wê taxê ji hêla tîmên wê dezgehê ve tê meşandin.
Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê heta niha çend kampanya ji bo belavkirina alîkariyên mirovî li Qamişloyê bi cih anîne, ji bilî belavkirina danên xwarinê yên germ, 200 tonên ard jî dane nanpêjiyên wî bajarî da ku nanê germ belaş bidin welatiyan, herwesa 500 selikên xwarin û dermanan jî li ser xelkî û nexweşan belav kirine.
Karzan Nûrî ji Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê di vî warî de got: Bê guman, di çarçoveya pabendbûna me bi raspardeyên Serok Barzanî ji bo gihandina alîkariyan ji bo tevaya xelkê Rojavayê Kurdistanê de, em kêfxweş in ku di kampanyaya vê carê de şêniyên taxa Cûdiyê dê ji alîkariyên Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê feydeyî werbigirin.
Karzan Nûrî herwesa got: Şêniyên taxa Cûdiyê mirovên hejar û destkurt in. Em dê nêzîkî çar hezar û 500 selikên xwarinê û pêdivîtiyan li ser zêdetir ji çar hezar malbatên wê taxê belav bikin. Tekez jî kir: Belavkirina alîkariyên Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê li ser taxên din ên hejaran ên Qamişloyê dê di rojên bê de berdewam be.
Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê ji bo belavkirina alîkariyan li ser çend tîman belav bûye da ku ew bi hemî texên civaka Rojavayê Kurdistanê re bigihîjin, ji bo vê armancê jî tîmek bi taybetî berpirsiyara belavkirina alîkariyan li ser wan awareyan e yên ku li dibistan û mizgeftan binecih bûne.
Karzanî Nûrî li ser wê yekê ka balevakirina alîkariyan dê heta kengî berdewam be got: Li ser raspardeya cenabê Serok Barzanî, piştî bidawîbûna vê rewşê jî, Nivîsîngeha Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê li Qamişloyê dê çalakiyên xwe li navenda bajar û bajarkên din jî bidomîne, ji ber vê yekê Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê dê bi xelkê xweşevî yê Rojavayê Kurdistanê re bimîne.
Heta niha, zêdetir ji 410 barhilgirên alîkariyên cuda cuda bi rêya Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê gihîştine Rojavayê Kurdistanê û di çarçoveya kampanyayeka berfireh û rêxistî de alîkariya awareyên Amûdê, Qamişlo, Dêrik û Girkelekê hatiye kirin û alîkarî her roj li gorî bernameya diyarkirî tên belavkirin.