Sûdanî: Veguhestina girtiyên DAIŞê li ser daxwaza Iraqê bû
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Iraqê ragihand ku, veguhestina girtiyên DAIŞê ji Sûriyeyê bo Iraqê biryareka Iraqî ye û armanc jê parastina ewlehiya deverî û navneteweyî ye.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro (Yekşem, 15ê Sibata 2026ê) di hevdîtinekê de bi Wezîra Navxweyî ya Fînlandayê Mari Rantanen re tekez kir ku, divê civaka navneteweyî berpirsiyariya xwe werbigire û girtiyên biyanî yên DAIŞê werbigire û wan bide dadgehan.
Mihemed Şiya Sûdanî herwesa got: Veguhestina girtiyên DAIŞê ji Sûriyeyê bo Iraqê biryareka Iraqî ye û armanc jê parastina ewlehiya deverî û navneteweyî ye.
Di pareka din a wê civînê de behsa xurtkirina têkiliyên dualî di navbera wan de di warên pêşkeftin, aborî, teknolojî û lihevguhertina şarezahiyê de hat kirin. Sûdanî bang li şîrketên Fînlandayî jî kir ku, bi rêya derfetên veberhênanê bên nav sûka Iraqê û tevlî kampanyayên avedankirin û serhildana pêşkeftinê bibin.
Herwesa her du aliyan behsa hevkariya ewlehiyê, bi taybetî jî di warê perwerdekirina hêzên polîsan, lihevguhertina zanyaran û bikaranîna teknolojiya nû û teknîkên serdem di karên ewlehiyê de kir.
Sûdanî herwesa amaje da helwesta Iraqê ya neguher di piştgirîkirina tenahiya deverê û çareserkirina hevrikiyan bi rêya diyalogê.
Wezîra Navxwe yê Fînlandayê jî ji aliyê xwe ve tekez li ser amadebûna welatê xwe ji bo vekirina asoyên nû yên hevkariyê di wan waran de kir yên ku ji bo her du aliyan girîng in.