Biryar e yasayeke taybet bi çekdarên PKKê derkeve

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê de, amadekariya yasayeke taybet a bi navê “Yasaya Çarçoveyê” tê kirin ku tenê endam û girtiyên PKKê li xwe digire. Tê çaverêkirin ku bi vê yasayê re rê li ber “Mafê Hêviyê” ji bo Abdullah Ocalan jî vebe.

Li gorî agahiyên ji nava Perlemana Tirkiyeyê, Komîsyona Demokrasî, Biratî û Yekitiya Neteweyî pêşniyara yasayeke demkî ya bi navê “Yasaya Çarçoveyê” kiriye. Ev yasa bi taybetî ji bo girtî û çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) tê amadekirin. Sedema taybetbûna vê yasayê ew e ku PKKê bi fermî xwe hilweşandiye û çek danîne; lewma ev yasa endamên tu rêxistinên din li xwe nagire.

Akdag: Ocalan dikare sûdê ji Mafê Hêviyê werbigire

Siyasetmedarê Kurd û parlamenterê berê yê AK Partiyê Abdulrehîm Akdag, ev agahî  di daxuyaniyekê de ji bo Kurdistan24ê piştrast kirin. Akdag diyar kir ku bi derketina vê yasayê, Rêberê PKKê Abdullah Ocalan jî dikare sûdê ji “Mafê Hêviyê” werbigire.

Di ysaya Tirkiyeyê de, "Mafê Hêviyê" ji bo wan girtiyan e ku cezayên giran hatine lê hatine birîn, lê piştî derbasbûna 25 salan di girtîgehê de, mafê wan çêdibe ku ji bo çaksazî û azadkirina bimerc werin nirxandin. Akdag destnîşan kir, ji bo vê pêngavê divê di Yasaya Têkoşîna Dijî Terorê û Yasaya Cîbicîkirina Cezayan de guhertinên bingehîn werin kirin.

Girtî dê di derve de cezayê xwe biqedînin

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, ev yasaya nû dê derfetê bide girtiyên ku salên dirêj di zindanê de mane ku mayîna cezayê xwe li derveyî girtîgehê derbas bikin. Her wiha ji bo girtiyên ku cezayê heta-hetayê li wan hatiye birîn, eger 25 salên xwe temam kiribin, dê bi şertê "çaksaziyê" deriyê azadiyê li ber wan were vekirin.

Wezîrê Dadê: Pakêta 12’emîn di rê de ye

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akın Gurlek roja înê (13.02.2026) aşkere kir ku ew li ser guhertina hinek yasayên cezakirinê dixebitin. Wî diyar kir jî, piştî pakêta 11’emîn a reformên dadweriyê, niha amadekarî ji bo pakêta 12’emîn berdewam dikin, da ku pergala dadwerî xurttir bibe û cezayên giran werin sererastkirin.

Tê çaverêkirin ku Komîsyona Perlemanê vê hefteyê rapora xwe ya dawî pêşkêş bike û pêvajo derbasî qonaxeke nû ya yasayî bibe.