Fuad Hisên: Destnîşankirina Serokwezîrê Iraqê mijareka navxweyî ye
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên helwesta Iraqê li ser aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de, doza girtiyên DAIŞê û duberekiyên siyasî yên navxweyî yên Iraqê nîşan da.
Fuad Hisên îro (Duşem, 16ê Sibata 2026ê) li ser şkestina danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê de haydarî da û ragihand ku eger danûstandin bi ser nekevin, pêguherk dê ji bo deverê karesat be. Amaje jî da: Mixabin, erdnîgariya Iraqê erdnîgariya şer e û ne tenê asîmanê Iraqê, belkî erdnîgariya deverê û Kendavê jî dê bikevin bin bandora wê hevkêşeya xeter.
Navbirî di derheqa rola Iraqê di danûstandinan de jî eşkere kir ku, niha Iraq rola navbeynkariyê nalîze, belkî Oman wê rolê dilîze û Iraqê hevahengiyeka temam bi Omanê re heye û piştgiriyê dide wan bizavan. Herwesa pêşniyara Marco Rubio ji bo civîna di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamineyî de jî wekî pêngaveka erênî ber bi rêya rast wesifand.
Wezîrê Derve yê Iraqê li ser daxuyaniya Wezîrê Derve yê Amerîkayê ya li dijî berbijarbûna Nûrî Malikî ji bo serokwezîriyê jî got: Ev mijareka navxweyî ye û bi Çarçoveya Hevahengiyê ve girêdayî ye ku biryarê li ser berbijarê xwe bide; Lê tekez jî kir ku, hikûmeta Iraqê vê daxuyaniyê bi rengekê cidî werdigire û dê wê di çarçoveya têkiliyên baş ên di navbera Iraq û Amerîkayê de binirxîne, û serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê jî li ser vê mijarê dest bi nîqaşan kiriye.
Fuad Hisên sedema wergirtina bi hezaran çekdarên DAIŞê ji zindanên di bin kontrola HSDê de ji aliyê Iraqê ve ji bo xetera ewlehiyê vegerand û got: Piştî qewimîna şerê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û eşîran de, me xeter û nîgeraniya wê yekê hebûn ku terorîst di wê valahiya ewlehiyê de birevin û xwe ji nû ve rêk bixin, ji ber vê yekê me biryar da ku em wan werbigirin û bixin bin kontrola dewleta Iraqê.
Navbirî amaje jî da: DAIŞ di destpêkê de li Iraqê hatiye damezrandin û mafê Iraqê heye ku wan darizîne ji ber ku wan li Iraqê tawan kirine. Herwesa eşkere jî kir ku, wan bi welatên Erebî, Îslamî û Rojavayî re têkilî danîne da ku ew girtiyên xwe vegerînin.
Wezîrê Derve yê Iraqê têkiliyên di navbera Bexda û Şamê de normal wesifandin û bal kişand ser hebûna hevahengiya ewlehî û dîplomatîk a berdewam, xasma jî di şerê li dijî DAIŞê de li ser sînoran.
Fuad Hisên di bersiva pirsyarekê de li ser wergirtina posta Serokkomarê Iraqê bi eşkereyî ragihand: Erê, ez berbijarekê bihêz im û ez difikirim ku şansekê min ê mezin heye ku piştgiriya parlamenter û fraksiyonên siyasî ji bo vê postê bi dest bixim.