Cotkarên Kerkûkê: Heke pereyên me neyên dayîn, em ê dest bi mangirtina giştî bikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerên cotkarên Kerkûkê ragihandin, ji ber nedana pereyên genimê sala 2025an, cotkar di rewşeke gelekî xerab de ne û ber bi îflasê ve diçin. Cotkaran hişyarî dan ku eger hikûmet di demeke nêz de mafên wan nede, ew ê dest bi mangirtineke giştî bikin.
Hejmareke mezin a cotkarên Kurd, Tirkmen û Ereb, îro 17ê Sibatê li ber sîloya Kerkûkê kom bûn û daxwaza mafên xwe yên darayî kirin. Cotkarên ku genimê sala 2025an radestî dewletê kirine, bal kişandin ser wê yekê ku heta niha nîvê wan, pereyên xwe wernegirtine.
Nûnerê Cotkarên Kerkûkê Satih Nasih di konferanseke rojnamevaniyê de bal kişand ser rewşa dijwar a cotkaran. Nasih diyar kir ku dema sozên pûç bi dawî bûye û got: "Sê meh in em li vir li bendê ne. Sozên fermî dan me, lê derket holê ku ew soz tenê ji bo derbaskirina demê bûn."
Nasih destnîşan kir, berhemê genimê sala 2025an, ku bi kedeke mezin ji bo dabînkirina ewlehiya xwarinê hatiye berhemanîn, hîn jî pereyên wê nehatine dayîn û got: "Pereyên me di navbera wezaretan de tê bûye lîstika destan. Ji ber vê derengketinê, cotkarên me ketine bin barê qerzên giran ên derman û gubreyê. Cotkar êdî nikarin debara malbatên xwe bikin û ber bi îflasê ve diçin."
Çar daxwazên sereke yên cotkaran
Nûnerên cotkaran di daxuyaniya xwe de çar xalên bingehîn wekî şert pêşkêş kirin:
1- Dayîna mafên darayî: Divê hemû pereyên cotkaran bêyî derengketin û bêyî ti cudakariyekê werin dayîn. Em li benda planeke zelal in, ne gotinên bêkirar.
2- Redkirina sozên devkî: Em êdî ti sozên bi tenê bi devkî qebûl nakin. Her derengketineke din, wekî hewildaneke zanebûn a ji bo birîna nanê hezaran malbatan tê dîtin.
3- Hişyariya dawî: Ev kombûn hişyariya me ya dawî ye. Eger di çend rojên bê de gavên pratîkî neyên avêtin, em ê dest bi mangirtineke giştî bikin û cihên hestiyar (stratejîk) daxin.
4- Parastina çandiniyê: Bêdengiya li hember mafên me, tê wateya wêrankirina sektora çandiniyê li parêzgeha me. Em ê rê nedin vê yekê.
Cotkarên Kerkûkê bi hêvî ne ku Bexda dengê wan bibihîze, berî ku rewş hîn aloztir bibe û çalakiyên wan derbasî qonaxeke nû bibin.