Nêçîrvan Barzanî meha Remezanê li Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê hatina meha Remezanê li hemî Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz kir û ragihand: Bila em vê helkefta olî ji bo mezinkirina canê lêborîn, tebayî û pêkvejiyanê bikin derfetek.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Sêşem, 17ê Sibata 2026ê) peyamek weşand û tê de ragihand: Ez hatina meha Remezanê ya pîroz bi germî li Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dikim. Ez hêvî dikim ku hatina vê meha pîroz ji bo gelê Kurdistanê û tevahiya deverê bibe sedema xêr û bereket û tenahiyê.
Serokê Herêma Kurdistanê herwesa ragihand: Bila em vê helkefta olî bikin derfetek ji bo mezinkirina canê lêborîn, tebayî û pêkvejiyanê, ku her gav nasnameya xweşik a Herêma Kurdistanê bûye.
Nêçîrvan Barzanî herwesa got: Em ji Xudayê mezin dixwazin ku ev meha pîroz bibe destpêka bidawîhatina êş û pirsgirêkan û peyama aştî û yekîtîyê li seranserê cîhanê belav bibe. Remezan li hemiyan pîroz be, her sal bi xêr û xweşî.