Fraksiyona PDKê li ser civîna îro ya Parlamentoya Iraqê peyamek weşand

Navenda Nûçeyan (K24) - Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê zêdekirina xalekê ji bo bernameya kar a civîna îro ya parlamentoyê wekî "binpêkirineka eşkere ya destûrê" û madeyên peyrewê navxwe binav kir. Herwesa ragihand ku, ev pêngav li dijî prensîba yekdengiya siyasî ye û bi tevahî red kir.

Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê îro (Sêşem, 17ê Sibata 2026ê) di daxuyaniyekê de nerazîbûna xwe ya tund li dijî awayê civîna îro ya parlamentoyê nîşan da û tekez kir ku, awayê zêdekirina xalan ji bo bernameya kar bi zelalî berevajî xalên madeya 37/du ya peyrewê navxwe yê parlamentoyê ye.

Fraksiyon PDKê ev pêngav wekî "binpêkirineka eşkere ya destûrê" û êrîşkirina li ser "yekdengiya siyasî ya di navbera pêkhateyan de" wesif kir.

Di pareka din a wê daxuyaniyê de hat gotin: Em redkirina xwe ya bi tevahî ji bo wê binpêkirinê radigihînin, ku bûye sedema têkbirina peymanên siyasî. Ev jî li dijî prensîba yekdengî û hevsengiyê di mijara biryardan û danana postên bilind ên dewletê de ye.

Fraksiyona navbirî bi tundî rexne li awayê birêvebirina rûniştina parlamentoyê ji aliyê Serokê Parlamentoyê ve kir, herwesa haydarî li ser dubarebûna wî awayê karkirinê jî da.

Fraksiyona PDKê tekez jî kir ku, avakirina dewletê bi rêya yekdestkirina biryaran û paşguhkirina mafên pêkhateyan nayê bidestxistin.