Ferhad Etrûşî: Dengdana îro bo Serdarê Artêşa Iraqê berevajî destûrê ye

Ferhad Etrûşî
Ferhad Etrûşî

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Duyê yê Serokê Parlamentoya Iraqê Ferhad Etrûşî îro (Sêşem, 17ê Sibata 2026ê) di daxuyaniyekê de bi tundî li dijî awayê birêvebirina civîna îro ya parlamentoyê derket û ragihand ku, derbazkirina posta Serdarê Artêşa Iraqê bi wî rengî "binpêkirineka berçav" e û ew dê penayê bibin ber dadgehê.

Ferhad Etrûşî di wê daxuyaniyê de got: Tevî wê rewşa giran a Iraq û deverê, Serokê Parlamentoyê pêngavek avêt ku rewşê zêdetir tevlihev dike, ew jî lezkirineka gumanbar di dengdanê de li ser hin pileyên taybet.

Navbirî eşkere jî kir: Berî civîna îro Sêşemê, 17ê Sibatê, Serokatiya Parlamentoyê civiya û li hev kir ku bernameya kar tenê dê girêdayî sererastkirina peyrewê navxwe û yekkirina komîteyan be, lê mixabin bêyî lihevkirinê bendên din hatine zêdekirin û bi rengekê bilez deng li ser postên hestyar hatiye dayîn, wekî posta Serdarê Artêşê, ku vê yekê jî gumaneka mezin li cem me û pêkhateyan çê kiriye.

Cîgirê Duyê yê Serokê Parlamentoya Iraqê ev pêngav wekî "binpêkirineka eşkere ya madeya 9ê ya destûrê û madeya 37ê ya peyrewê navxwe" wesif kir û wekî êrîşekê li ser bingeha hevpariya neteweyî, hevsengî û lihevkirina siyasî binav kir ku bi tu rengan nayê qebûlkirin.

Ferhad Etrûşî haydarî da û got: Ji aliyê me ve, ev dengdan tu şûnwareka qanûnî û îdarî nehêle û em dê hemî rêkarên qanûnî û destûrî bi cih bînin, ji wan jî penabirina ji bo dadgehê.

Ev jî di demekê de ye ku, Ebdulemîr Yarela, ku pêştir bi wekalet posta Serdarê Artêşa Iraqê wergirtibû, îro di civîna parlementoyê de bi rengekê fermî wekî Serdarê Artêşa Iraqê hat hilbijartin, tevî ku ew post para Kurdan e.

Cîgirê Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Şaxewan Ebdila jî her îro di konferanseka rojnamevanî de ragihand: Wergirtina posta Serdarê Artêşa Iraqê ji Kurdan destpêkeka pir xirab e.

Cîgirê Serokê Fraksiyona PDKê herwesa got: Em dê di dema bê de beyannameya fraksiyonên Kurdistanî belav bikin. Amaje jî da: Tiştê ku Serokê Parlementoyê kiriye binpêkirina destûrê ye.